18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îdiaya me heye ku em rêjeya dengê xwe bikin ji sedî 20

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkazak têkildarî armancên partiya xwe û amadekirinên hilbijartinê de nirxandin kirin û got Partiya Çep a Kesk berdewama kevneşopiya têkoşînê ye

Xebatên partiyên siyasî yên têkildarî hilbijartinên Serokkomariyê û giştî ku dê di 14’ê gulanê de bên kirin didomin. Partiya Çep a Kesk jî bi awayekî bicoş dest bi xebatên hilbijartinê kir. Di beyannameya Partiya Çep a Kesk de peyama “Em li vir in em ê bi hev re biguherin” hate dayîn. Di danezana Meclisa Jinan a partiyê û Meclisa Jinan a HDP’ê de gotina “Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve; em bi piştevaniya jinan bo guherandinê tên” hate destnîşankirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkazak têkildarî armancên partiya xwe û amadekirinên hilbijartinê de nirxandin kirin.

Kirkazak, diyar kir ku Partiya Çep a Kesk berdewama kevneşopiya têkoşînê ye ku ji aliyê beşên bindest ên civakê ve heta roja îro tê meşandine û got: “Weke Partiya Çep a Kesk me got ‘Em ê HDP’ê nedin girtin’. Me di zindîhiştina felsefeya HDP’ê de rol lîst. Armanca me ew e ku em kevneşopî û ala têkoşînê ya ji bo jiyana hevpar a ku HDP’ê pêş xistiye, bi encam bikin. Di vê çarçoveyê de perspektîfa me rêya 3’yemîn e ku em ji kevneşopiya HDP’ê û vir ve dimeşînin, avakirina komareke demokratîk a bêyî ku civakê mehkûmî du komên cuda yên xwedî zîhniyeta cuda bikin û bê alternatîf bihêline.”

‘Em ê bi civakê re ava bikin’

Kirkazak, anî ziman ku soz didin di serî de pirsgirêka kurd ji hemû pirsgirêkên beşên civakê yên tên paşguhkirin re bibin çareserî û wiha berdewam kir: “Em ê demokrasiya herêmî ya navenda wê mirov ava bikin ne ya navenda wê kes û dewlet. Em ê bi demokrasiya herêmî ku ava dikirin re bikin ku gel tev li rêveberiyan bibe û em ê rejîma qeyûman bi dawî bikin.”

‘Politikayeke derve ya aştîxwaz’

Kirkazak, bi lêv kir ku sozeke din a Partiya Çep a Kesk jî bêedaletiya aboriyê û peşîlêgirtina xizaniyê ye û anî ziman ku dewlemendiya erdnîgariyê tê re hemû pêdiviyên ferdên civakê ne. Kirkazak, destnîşan kir ku wê çavkaniyan ji hin komên diyar ên weke “çeteya ji 5 kesan pêk tê” re venaqetînin û wê bi gel re edaleta aboriyê ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser vê erdnîgariyê mudaxile li ax, vîn û sînorên hin kesan tê kirin. Qesta me ya ji komara demokratîk a sînorên bêwate ji holê rabike polîtîkaya derve ya aştîxwaz e. Em ê polîtîkayeke derve ya şer ji holê rabike bimeşînin û budçeyê ji tenduristî, perwerde û çandê re veqetînin. Em dibêjin ku em ê Komara Demokratîk bi jin û ciwanên re ava bikin. Jiyana ekolojîk paradigmaya herî girîng a Partiya Çep a Kesk e. Me soz da ku bi vê perspektîfê bikevin hilbijartinê.”

‘Hilbijartina guhertina rejîmê’

Kirkazak, bal kişand ku hilbijartinên 2023’yan dîrokî ne û wiha pê de çû: “Di vê serdemê de ya wê faşîzma Erdogan sazûman bibe û civak bê tepisandin an jî wê faşizm ji holê bê rakirin û rêya avakirina komara demokratîk bi rêya 3’yemîn bê vekirin. Ne tenê desthilat di heman demê de guhertina rejîmê û avakirina komareke demokratîk.”

‘Em ê rêjeya dengê xwe bikin ji sedî 20’

Kirkazak, bal kişand ku HDP partiyeke sîwanî ye ku hemû kesên din ên li nav civaka Tirkiyeyê de dijîn di nav de cih digirin û wiha lê zêde kir: “Îdiaya me heye ku rêjeya dengên HDP’ê ya ji sedî 13,2 bikin ji sedî 20. Ji ber ku gel vê hêz û enerjiye dide me. Gelek, dengdêrek polîtîk ku dizane dê çi, çima ji bo çi bike heye. Em ê bi gel re vê pêvajoyê ava bikin.”

Bang li gel kir

Kirkazak, anî ziman ku hilbijartin wê ji bo tevgera siyasal a kurd bibe hilbijartina hesabxwestin û azadiyê û ev tişt gotin: “Hate fêmkirin ku gelek hevalên me yên weke Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak û hemû girtiyên siyasî bi destê dadgehên di bin bandora AKP’ê û MHP’ê azad nabin. Wê azadiya hevalên me bi dengên ku gel dide diyar bike. Heke gelê me dixwaze hevalên me azad bibin, bila yekê bigirin cem xwe û teqez biçin ser sindoqan û desthilatê biguherînin.”

Destnîşankirina tecrîdê

Kirkazak ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji sedemê herî mezin ê kaosa ku civaka Tirkiyeyê dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Heke tecrîd bê rakirin wê gelek pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê bi rêya diyalog û muzakereyan bên çareserkirin. Em bang li temamê civaka Tirkiyeyê dikim; heke em bixwazin Tirkiye ji vê hawira tundiyê derkeve, pêdivî bi guhertina desthilatê û xurtkirina Partiya Çep a Kesk heye.”