14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîderên olî

Helbet kelecanek heye ka di vê hilbijartinê de dengê gelê me wê çiqas bilind  bibe, weke dișopînim hêvîyên me hene. Ez ne siyasetmedar im ne jî dîploma min a civaknasiyê heye lê ji zarokatiya xwe ve heta roja îro șopînerî û lêkolîneriya min a li ser civakê xurt e. Gelê me û siyaseta me ber bi hilbijartinê ve diçin. Helbet bi tevdîr in, bi zanyarî û dilsozî dimeșin gerekî wisa be jî. Ez bawer dikim ku siyasetmedarên ku wê ji bo gelê kurd bitêkoșin siyaseta serdestan baş dinasin.

Ji berê ve polîtîkaya serdestan ew e ku gelê me nezan bike, xîzan bike, muhtacê xwe bike. Jixwe ev rewș berbiçav e. Ji ber vê sedemê yên ku kurd in û dengê xwe didine partiyên desthilatdarıyê nezan û ne baş in.

Însanê nezan tê xapandinê, heke yê li hember ji bo xapandinê çeka xwe ya ol biceribîne jî wê zûtir bi ser keve. Serdestê gelê kurd her tim li hemberî kurdan siyaseta asîmîlekirinê, heșifandinê û tunekirinê, dimeşînin. Dikarin rojê hezar car bi quran û mishefê sond bixwin. Ji bo ku bi wan bidin bawerkirin ku hûn hûn nîn in hûn em in! (Bê lome be) Nebû, dikarin olê ji xwe re bikin çek. Belê oldarî çeka desthilatdaran a herî bihêz e. Îlim li herêma me yanî li welat hindik șêx û mirîdên xwe ve ji alî çi hêzî ve tên rêxistinkirin û parastin?

Ji aliyek din ve jî ew qas hatin û çûn, serwêrî û birêvebirina tekya kê ava vî așî ji kîjan geliyî dikișîne…Li aliyekî şêx û mirîd li aliyekî jî gelekî nezan û muhtac di bin navê misilmaniyê de girseyeke bêser û bin di bin bandora șêxê xwe de ye… Vê rastiyê gotineke Oskar Wîlde anî bîra min, dibêje:

Xapandina mirovan ji bawerbûna hatine xapandinê hêsantir e. Kurdên ku carekê ji xewa mirinê șiyar bûne jixwe ew șiyar in hema tayfeke xilmașî jî heye mixabin, ev șibandin ji bo wan e. Li Tirkiyeyê jî oldarên saf didin pey (lîderê olî) hene, lîderê olî weke șêx vê rola xwe dilîze. Îro ne seba herêma me tenê her dera Tirkiyeyê bi destê lîderên olî di vê meha remezanê de ji bo nezan û xîzan û kurdên ku li varoșan dijîn, bi kolîyên remezanê berê êvaran xelat dikin. Helbet xîzan û nezanê tirk jî. Bi rastî  ev rewș weke rêxistinkirinekê ye. Şêx û mirîd, şêx serok û birêvebir e, mirîd jî endam in, muhtacên ku ji bo xêr û bereketê yanî qismetekî fireh, ji bo șîayê, ji bo zarokê wan têr û ewle û bi șans bijîn berê xwe didin mala șêx!

Berê xwe didin aliyê lîderê olî nizanin ku heya yên ku wan bi olê dixapînin di bin bandora xwe de dihêlin hebin û  li ser serê wan û zarokê wan bin, ji bo wan jî ji bo zarokê wan jî ne têrî, ne ewlehî ne jî șans û siûd heye.

Îro cihek weke Îzmîrê ji sê însanan miheqeq yek kurd e. Ka hêla vê hilbijartinê em kurd li metropolan çiqas li hev xwedî derkevin. Hêviya min ew e ku gelê me berê xwe nede mala șêx, berê xwe bide Partiya Çep a Kesk û li demokrasî û mafên însanî yên mîna ziman û çandê xwedî derkeve. Hêviya min ew e ku gelê me bizanibe ew ê wan mihtacî koliyên remezanê kirine ku bi kolîyeke xurek, dengê wan tev li dengê xwe bikin temênê xwe yê siyasî dirêj bikin ku bi îhaleyan xwe û derdorê xwe bi hêztir û xurtir bikin, gel û gelan jî xîzan û bindestir bikin. Hêviya min ew e ku êdî li Tirkiyeyê gel berê xwe nede mala (lîderê olî) bizanin ew nikare wan bibe bihuştê, kes kesî nabe bihuştê, her kes bihuşta xwe bi destê xwe bi dest dixe û ava dike.