17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo Pekîn dikare DYA’yê ji Rojhilata Navîn dûr bixe?

Di demên dawiyê de Çînê tevgerên xwe li Rojhilata Navîn zêde kirin ji bo ku hegemonyaya xwe ya aborî û siyasî berfirehtir bike. Gelo Pekîn dê bikare rola Washingtonê li Rojhilata Navîn tune bike?

Çîn bi navbeynkariya ji bo vegerandina têkiliyan di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de, nîşan da ku li herêmê lîstikvaneke girîng e. Nexasim ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xwe ji nû ve li herêmê bi cih dike û Rûsya û rojavayî bi şerê li Ukranayê re mijûl in.

Pekîn bi rêya navbeynkariya di navbera şîe û sunniyan de, karî cihê xwe li vê herêma bi petrolê zengîn bigire. Çîn yek ji dewletên herî mezin e ku petrola Îran û Siûdiye dikire.

Li gorî Çînê, lihevhatina her du hevrikan ku ji 1979`an de di nava şerekî sar de ne, dikare aştiyê li Yemen, Iraq, Sûriye û Lubnanê pêk bîne. Her wiha dê bikare projeya xwe ya mezin (Însiyatîfa Kember û Rê) pêk bîne ku pêwîstiya wê bi hawîrdoreke aştiyane heye da ku pêk were. Ji ber wê girîngiyeke mezin didin dabînkirina ewlehiyê li Rojhilata Navîn.

Berjewendî û ketina Çînê ya li Rojhilata Navîn dê aloziyê bi DYA`yê re çêke ku hîna ev herêm di bin destê wê de ye, ruxmî ku êriş li dijî berjewendiyên wê yên li herêmê pêk hatin.

‘Çîn dixwaze bazara enerjiyê bi dewletên Kendavê re ji nû ve saz bike’

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Mihemed Nebîn El Bendrawî têkildarî mijarê ji ajansa ANHA’yê re axivî û got: “Geşedanên siyasî û leşkerî yên piştî şerê Rûsya û Ukraynayê, encamên vî şerî li ser welatên herêmê hişt ku gelek dewletên cîhanê wê bi kar bînin da ku roleke siyasî bilîzin û bi rêya wê li qada siyasî û aborî, xwe bi pêş bixin.”

El Bendrawî wiha domand: “Tevgerên Çînê yên vê dawiyê, zêdekirina hegemoyaya xwe ya siyasî li Rojhilata Navîn, xurtkirina hevbeşiya aborî bi dewletên Kendavê re, kirîna petrolê bi perê çînî, destnîşan dikin ku Çîn dixwaze sûka enerjiyê bi dewletên Kendavê re ji nû ve saz bike. Ev beşeke hevkêşeyeke firehtir e ya kêmkirina rola dolar li ser asta cîhanê. Çîn ji bo wê jî, li derveyî Rojhilata Navîn bi Brazîlê re li hev kir, ji bo ku di bazirganiya dualî de dolar bi kar neyne.”

Li aliyekî din El Bendrawî diyar kir ku hevkariya leşkerî ya di navbera Rûsya û Çînê û hin dewletên Asyayê de li dijî hebûna leşkerî ya DYA’yê li Deryaya Çînê ya başûr û Okyanusa Pasîfîk nîşaneyên zêdekirina şansên birina cîhanê ber bi cîhaneke pirserî ve bi serkêşiya Çîn û Rûsyayê li beramber bloka rojavayî ya bi serkêşiya Washingtonê, didin.

‘Pekîn hewl dide qelsiyên Washingtonê bi kar bîne’

Li gorî El Bendrawî yek ji sedemên ku ji ber wê Çînê girîngî daye Rojhilata Navîn; ev herêm ji bo Çînê xwedî girîngiyeke aborî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Pekîn bi welatên herêmê re di nava hevkariyên aborî û siyasî de ye. Asta bazirganiyê di navbera Çîn û dewletên Rojhilata Navîn de gihaşt 507 milyar dolarî. Herêma Kendavê yek ji wan herêman e ku herî zêde rezervên gaz û petrolê lê hene.”

Li ser bingeha vê hevrikiya çînî bi DYA`yê re li herêmê, li gorî El bendrawî Çîn hewl dide hevkariyê li ser hemû astan bi dewletên Rojhilata Navîn, Kendavê û Îranê re zêde bike û wiha pê de çû: “Çîn dixwaze sûdê ji qelsiyên siyasî û stratejîk ên Washingtonê yên li herêmê bigire. Çi bi rêya vekişîna leşkerî ya DYA’yê ji herêmê yan jî bi rêya binkeftina rêveberiyên amerîkî di çareserkirina hin dozên Rojhilata Navîn de.”

El Bendrawî destnîşan kir ku stratejiya nû ya Pekînê li Rojhilata Navîn li ser vê bingehê ye; ew sponserê aştiyê ye û şirîkeke pêbawer e ku berovajî siyasetên DYA`yê yên li herêmê ye. El Bendrawî da zanîn ku ev bingeha hevrikiya di navbera Çîn û DYA`yê ya li herêmê ye.

‘Çîn nikare DYA`yê bide alî ’

Têkildarî derfeta ku Çîn dikare DYA’yê ji Rojhilata Navîn dûr bixe, El Bedrawî got: “Çîn nikare wisa bike, ji ber ku DYA`yê li ser asta aborî têkilî bi gelek dewletên herêmê re ava kirine, li rex wê jî hebûna wê ya leşkerî li herêma Kendavê, derfetê didiyê ku rê li pêşiya hewldanên Çînê bigire.”

El Bendrawî sedema sereke ya sarbûna têkiliyan di navbera DYA û Kendavê de vegerandin binkeftina rêveberiya Biden ku têkiliyên baş bi dewletên Kendavê re deyne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêveberiyên bê yên DYA’yê dikarin vê qelsiyê derbas bikin. Ji ber wê Çînê ev sarbûn bi kar anî û ji bo xurtkirina hegemonyaya xwe ya siyasî û aborî li Rojhilata Navîn li ser hesabê Washingtonê, hewldanên xwe dike.”