9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çavûşoglû têkildarî Sûriyeyê daxuyanî da

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglû bi hevpîşeyê xwe yê rûs Sergey Lavrov re hevdîtin kir. Çavuşoglû, got ku divê hevdîtinên bi rayedarên Sûriyeyê re berdewam bikin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglû û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Enqereyê hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê jî Çavuşoglû û Lavrov bi hev re daxuyanî dan. Çavuşoglû ku têkildarî korîdora dexlî û mijarên Ûkrayna, Sûriye, Azerbaycan-Ermenistan û Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê bi Lavrov re hevdîtin kir, diyar kir ku divê hevdîtinên bi rêveberiya Sûriyeyê re bidomin.

Çavuşoglû, ji bo alîkariya Rûsyayê ya di dema erdhejê de spasî kir û ev tişt anî ziman: “Me got ku divê şer tavilê bi muzakereyan bi dawî bibe. Weke Tirkiyeyê em amade ne ku di vê mijarê de alîkariyê bidin. Em îro têkildarî mijarên herêmên din jî axivîn. Bi taybet jî em li ser Sûriyeyê axivîn. Em dizanin ku ev pirsgirêk bi yek du civînan çareser nabe lê dê baş bibe ku ev hevdîtin bidomin. Her wiha me dîroka hevdîtina 4 wezîrên karên derve jî nirxand.”