4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiye ji ber sedemên siyasî ava Iraqê bernade’

Serokê Navenda Iraq ya ji bo Kar û Barê Stratejî ragihandê  Selah Buşî ku yek ji sedema sereke ku Tirkiye avê bernade siyasî ye. Selah got ku dewleta tirk bêyî Hikûmeta Iraqê li ser çemê Dîcleyê proje avakirine û divê Bexda bi rêyên siyasî pirsgirêkê çareser bike

Dewleta tirk  dijî tevgera azadiya Kurdistanê serî li hemû rêyan dide, demek dirêje dewleta tirk para avê ya Iraqê bernade û dijî Iraqê weke çekek bikar tîne. Ji ber ku Tirkiye avê bernade, li Iraqê gelek herêm ber bi çolbûnê diçin û xelk koçî bajaran dikin. Serokê Navenda Iraq ya ji bo Kar û Barê Stratejî Selah Buşî der barê mijarê de ji ajansa  Rojnews re axivî.

Li gorî Selah Buşî yek ji sedema sereke ku Tirkiye avê bernade siyasî û zext çêkirine, ya din jî egerên teknîkîne. Selah got ku dewleta tirk bêyî hikûmeta Iraqê li ser çemê Dîcleyê proje avakirine û wiha pêde çû; “Ev yek jî bûne sedem ku asta avê ya ji Dîcle û Firatê ber bi Iraqê tê kêm bibe, bang li desthilata Bexdayê dikim ku bi Tirkiyeyê re mijarê guftugo bike û berpirsyartiya vê pirsgirêkê bigr ser xwe.”

Buşî da zanîn ku li gorî peymanên navnetewî, dibe ku Tirkiye bi bernedana para avê ya Iraqê binpêkirinan bike, ji bo çareseriya vê jî pêwîstî bi rêyek siyasî heye û serweriyek Iaqî heye.

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta tirk bi heman rengî herikîna ava çemê Firatê jî kêm dike û wiha hem gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hem gelê Iraqê ji para wan a avê bêpar dike. Kêbûna çemê Firatê bandoreke mezin li ser jiyana gelê Sûriyeyê jî dike ji ber ku piraniya elektrîka xwe bi riya ava çemê Firatê bidest dixîne.