5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hedefa ciwanan 7 milyon hilbijêrên nû ye

Meclisa Ciwanan a HDP’ê dibêje ew ê hemû hêza xwe bidin xebatên hilbijartinê ji bo Partiya Çep a Kesk û ji bo xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû dikevin nava tevgerê

Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doh li avahiya partiyê daxuyaniyek da, xebatên xwe yên ji bo Hilbijartina Serokomarî û Giştî ya 14’ê Gulanê bi dirûşma “Dîsa ciwan, dîsa serkeftin” da destpêkirin. Di civîna Meclisa Ciwanan a piştî hilbijartinê dest pê kir de nexşerêya xebatên hilbijartinê hate diyarkirin.

Meclisa Ciwanên HDP’ê ku wê hemû hêza xwe ji bo Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk seferber bike, wê bi xebatên hilbijartinê re kampanyaya “Em tiryakê rakin û jiyanek nû ava bikin” li dijî tiryak û fuhûşê bi rê ve bibin.

Wê xwe bighînin hilbijêrên nû

Armanca ewil a ciwanên ku dê bi pêşmalkên Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk biçin qada hilbijartinê, wê xwe bigihînin 7 mîlyon hilbijêrên nû yên ciwan. Di vê çarçoveyê de Meclisa Ciwanan wê ji kolanan heta taxan, ji qehwexaneyan heta wargehên zanîngehan bi ciwanan re bên cem hev. Dê polîtîkayên AKP’ê yên 21 salan ên li ser ciwanan rave bikin û çareseriya pirsgirêkên ciwanan rawestin û behsa çareseriyê ya di Danezana Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk de ku heye bikin.

 Wê qala polîtîkayên şerê taybet bikin

Meclisa Ciwanan a ku dê behsa betaliya ciwanan a ji ber polîtîkayên AKP’ê, pirsgirêkên xanî yên xwendekarên zanîngehê, zêdebûna madeyên hişbir û polîtîkayên şerê taybet ên ku jinên ciwan ber bi fuhûşê ve dibe, biaxive, dê sozên Partiya Çep a Kesk yek bi yek vebêje.

Mitîngên ciwanan

Di vê çarçoveyê de wê Meclisa Ciwanan li 81 bajar û navçeyên wan civînên ciwan û jinên ciwan pêk bîne û bi beşdariya Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk û Hevserokên HDP’ê mitîngên ciwanan organîze bike. Her wiha Ciwanên HDP’ê plansazî dikin ku bi xwendekarên zanîngehê re jî hevdîtinên cuda bikin.

Wê bi ciwnan re Strana hilbijartinê bêjin

Strana hilbijartinê ya ji aliyê repbêjên kurd Kejo, Reqso û Ronî Artîn ve ji bo Meclisa Ciwanên Partiya Çep a Kesk hatiye amadekirin, tê payîn ku di rojên pêş de bê nasandin. Di hevdîtin û şahiyên ciwanan de repbêj Kejo, Reqso û Ronî Artîn jî wê derkevin ser dikan û bistrên.

Derî bi derî dê serdanan bikin

Her wiha ciwan wê di her buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk de cih bigirin û ji bo ciwanan çalakiyên çand û hunerî li dar bixin. Ciwanên ku dê tenê bi van xebatan re sînordar nemînin û dê li taxan xebatên bênavber bimeşînin, derî bi derî serdanan bikin û Danezana Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk ji xelkê re rave bikin û logoya wê ya ku dê li ser pisûleyê heye bidin nasîn.

Ewlehiya hilbijartinê

Meclisa Ciwanan a HDP’ê dê heta roja hilbijartinê li ser ewlehiya hilbijartinê xebatên agahdarkirinê bi rê ve bibin. Ciwanên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk di roja hilbijartinê de ji bo ewlehiya hilbijartinê pêk bînin, ji destpêka dengdayînê heta temambûna hejmartina dengan wê sindoqan biparêzin. Dîsa li her dibistana ku sindoq lê tên danîn ciwan dê cih bigrin da ku gel xwe bigihîne sindoqan.

 Dê serdana mexdûrên erdhejê bikin

Li aliyekî ciwanên ku dê xebatên hilbijartinê bidomînin, li aliyê din jî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet kampanyaya “Em tiryakê rakin û jiyaneke nû ava bikin” bidomînin. Ciwanên ku dê li herêma erdhejê bin jî dê yek bi yek serdana mexdûrên erdhejê yên di konan de mane û neçar mane koç bibin bikin.