6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hambûrgê konferansa ‘Em cîhana xwe şûn de dixwazin’ didome

Konferansa 4'emîn a ji rêze konferansên "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst" di roja duyemîn de li Hambûrgê dewam dike.

Konferans di çarçoveya fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de bi dirûşma “Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst” bi sernavên “Em cîhana xwe şûn de dixwazin”, “Li ber xwe bide, bi dest bixe û ji nû ve ava bike”, “Perwerdeya xweser bike û xwe bi rêxistin bike” di roja duyemîn de li bajarê Hambûrg ê Almanyayê dewam dike.

Nûnerên sazî û dezgehên kurdan, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, mirovên ji saziyên fikrî, nivîskar û ramangerên ji welatên cuda, nûnerên gelek saziyên alman tev li konferansê bûn.

Li pêşiya eywana konferansê pankarta bi nivîsa “Jin jiyan azadî”, wêneyên Abdullah Ocalan, şervanên enternasyonalîst ên tev li konferansên berê bûn û li nava refên YPG’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, hatin daliqandin.

Her wiha wêneyên şervan û kadroyên pêşeng ên PKK’ê, YPG û YPJ’ê ku jiyana xwe ji dest dane li pêşiya eywanê hatin daliqandin. Roja duyemîn a konferansê bi hunera koma Gael Feîrste Belfast a Îrlandî dest pê kir.

Piştre koma govendê derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Di dema vê pêşkêşiyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Çapemeniya navneteweyî jî konferansê bi baldarî dişopîne. Konferans wê bi pêşkêşiya li ser mijarên “Eko Sîstem” û “Têkoşîna li dijî qirkirina civakî” dewam bike.