3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 2023’an de 22 girtî mirin

Saziyên mafên mirovan OHD, TUAY-DER û Baroya Amedê di 9 mehan de (Çile 2023-Îlon 2023) 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin. Hevseroka  Giştî ya OHD Ekîn Yeter, Nûnerên Komeleya Jinan a Rosa û DBP’ê tev li daxuyaniyê bûn. Di civînê de anîn ziman ku gelek mafên girtiyan bi awayekî keyfîtên binpêkirin û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Seroka komîsyona  Şopandina Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Adile Salman, anî ziman ku wan daneyên ku ji girtîgehan hatine li Baro, OHD û TUAY-DER’ê kom bûne kirine rapor û vê raporê bi raya giştî re parve dikin. Salman, bibîr xist ku li Tirkiyeyê 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirine û wiha got: “Li girtîgehan bi girtiyan re hevdîtin hatiye kirin û di van hevdîtinan de pirsgirêkên hatine ziman di raporê de cih digirin.

Girtiyan derman nakin û serbest bernadin

Salman, destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û mafê tenduristiya wan tê astengkirin. Salman, bilêv kir ku girtiyên pêwiste serbest bên berdan, lê bi awayekî keyfî nayên berdan. Salman, destnişan kir ku girtî rastî pekanînên xerab, îşkence, cudakariyê tên û ji mafê xwe yê aborî, civakî û tenduristî û hiqûqî bêpar tên hiştin û wiha got: “Girtî nikarin ji mafê xwe yê ragihandinê sûdê bigirin. Bi taybetî piştî sala 2017’an gelek zagonên hatine guhertin û bi guhertina van zagonan binpêkirina mafên girtiyan zêdetir bûye. Salman, bibîr xist ku girtîgeh kirine meskenên mirovên siyasî û muxalif û wan wekî “Talûke” pênase dike.

Li Îmraliyê tecrîda mutlaq heye

Li girtîgehên ku binpêkirina mafan lê zêde ye, bi taybetî girtî di şertên xerab ên fîzîkî de dimînin. Dîsa girtî di şertên tecrîdê de dijîn. Girtiyan ji hev dûr dixin û mafê wan ê ragihandin û civakîbûnê binpê dikin. Mafê wan ê hevdîtina bi malbatê re bi sînor dikin. Bi awayekî keyfî cezayê dîsîplînê li girtiyan dibirin. Li Girtîgeha Îmraliyê halê tecrîdek domdar ku bi tu awayî agahî nayê û naçe heye. Bi hincetên keyfî hevdîtina malbat û parêzeran red dikin.”

Di 10 mehan de 22 girtî mirin

Salman, diyar kir ku di sala 2023’an de 22 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin. An girtiyan kelepçe dikin an dereng dibin nexweşxaneyê an jî nabin nexweşxaneyê. Di sala 2022’an de girtiyên nexweş jî di navde 83 kesan li nexweşxaneyan, di sala 2023’an de jî herî kêm 22 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

Li girtîgehên Amed, Xarpêt, Tarsus, Edene yên Tîpa F û T, Girtîgehên Osmaniye yên tîpa T1 û T2, Girtîgehên Dîlokê yên tîpa H, E, L û Nizipê, Girtîgeha Rihayê yên T1 û T2, Girtîgeha Hîlwanê yên T1 û T2, Girtîgeha Erzîngan ên tîpa T, L û Girtîgeha Jinan, Girtîgeha Tîpa T a Akçadaa Meletî, bi giştî li 19 girtîgehan çavdêrî hatiye kirin. Li Tevahiya Tirkiyeyê 405 girtîgeh hene. Li van girtîgehan şûna 289 hezar û 974 kesan heye. Lê li gorî daneyên Çileya 2023’an, li girtîgehan 341 hezar û 497 girtî hene.