3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Soriano: Ocalan me temsîl dike

Endama Rêxistina Poder Polular a Arjantînê Sofîa Soriano der barê konferansa Ciwanên Cîhanê de got ku ciwan li dora fikrên Abdullah Ocalan kom bûn û Ocalan wan temsîl dikek.

Yekitiya Ciwanên Cîhanê di 3-5’ê Cotmehê de li Parîsa Fransayê bi dirûşma “Ciwan dîrokê dinivîsin” konferans pêk anîn. Ji 49 welatan 400 ciwan tev li konferansê bûn. Ciwanan di konferansê de li ser paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Modernîteya Demokratîk” û “Konfederalîzma Demokratîk” niqaş kirin û ev paradîgma ji bo xwe wekî nexşerê dîtin.

Endama Rêxistina Poder Polular a Arjantînê Sofía Soriano konfrans nirxand. Sorîano ewil xwe û rêxistina xwe da naskirin û der barê tekoşîna li dijî moderniteya kapitalîst de ev nirxandin kir: “Nave min Sofía. Ez 24 salî me. Ji paytexta Arjantînê me. Ez di nava rexistina siyasî ‘Poder Popular’ (Partiya Hêza Gelêrî) de cih digirim. Em rexistineke di asta neteweyî de ne. Hevalên me di her aliyên welat de hene. Ji hilbijartina serokomariyê re 2 roj man. Beriya hilbijartînên serokkomariyê awayekî giran heye û bi aliyê tevgerên rastgir tê hîskirin. Wekî li deverên din a Abya Yala (Latîn Amerîka) û hemû dinyaye de berî qewimiye, wek bi Trump, Vox yan Bolsonaro. Rewş zahmet e, ji ber muxalîfên wan kapîtalist e. Lê xwe wek pêşverû dide nişandan. Di vê demê de em xebatê dimeşînin. Ji bo ku rastgirê radikal Javier Mileî ji partye Libertad Avanza (Azadî Pêşdikeve) hilbijartin sernekeve û di heman demê de em xwe amade dikin ji bo vê îxtîmala ku Sergio Massa ya partiye Unión por la Patria (Yekitî ji bo Welat) bi ser bikeve. Divê em jî hazir bin ji bo em xeteke muxalîf li hemberî siyaset û reformên wî diyar bikin. Cîwanên herêma me demeke pir zehmet dijîn. Tim hîs dikin ku karesatên mezîn li pêşiya me ne. Ji ber vê em çûn konferansa yekemîn ya ciwanên cihanê ‘’Ciwan dîrok dinibisinin’’. Bi vê bendawariyê da ku em bikaribin ciwanên ji aliyên din ên dinyayê hev nas bikin. Bi armanca têkoşînê li gel wan ciwanên rexistinkirî, bi hestên yekitiyê tecrîd û bêhevîtiyê bişkînin. Bêguman, di konferansê de hat dîtin ku em dikarin dîsa pêşarojêkê ava bikin. Ev jî bi hevgirtineke enternasyonalist mumkun e.”

Şoreşa Kurdistanê mînak e

Sofía Soriano, der barê konferansê, mijarên derketin pêş û helwesta cîwanan şoreşger ên Abya Yala ya der barê felsefeya Abdullah Ocalan û şoreşa Kurdistanê de jî nerînên xwe anî ziman û wiha got: “Konferans bi awayekî gelemperî kûr û pir tijî bû. Yek ji tiştên ku ji bo me herî bi heybet bûn naskirina rêhevalên ku nêzî me ne, ji parzemîne me, bi rêya tevgera azadiya Kurdistanê bû. Min li ser wan du tişt dît. Min ji milekî ve parçebûn û belavbûne hêzên şoreşgerî yên dinyaye dît. Lê ji milekî din jî me nas kir ku stratejiya vê tevgerê gelekî kûr e.

Şoreşa Kurdistanê mînak dibînin

Tiştekî din ku pir bala me kişand, naskirina hejmareke ewqas mezin a ciwanên ku hemû jiyana xwe ji bo guhertina radikal a vê pergalê didin bû. Di rojên îro de, di warên me de (Bi taybet di bajarên me de), kesên ku dest ji jiyane ferdî berdidin û ji bo projeyên kolektif dixebitin pir kem in.  Ez bawer dikim ku ciwanên şoreşger ên Abya Yalayê şoreşa Kurdistanê weke mînakekê dibîne. Guhertinên vê demê weke aciliyetê dibînin. Li ser rûye dinyayê aştî nîne û empatiya bi gelên ku nava şer de ne vedigere bandorekî ku dibe lezgînî û pewîstiyeke têkoşînê. Em dibînin ku felsefeya Abdullah Ocalan temsiliyeta me jî dike, ji ber ku gelên me yên xwecihî û rêbazên xwe yên jiyan û xwe rêxistinkirinê, ne girêdayî netewe-dewletê ne û tevgerên pir xurt jî hebûn ku pirengiya neteweyan nava dewletan de israr kirin. Belkî ne tam eynî be, lê xeta wan yek e. Em bawer in, dîroka me ya resen ev felsefe di nava me de bû. Ji ber vê, ev ji me re ewqas nêz tê.”

Guhertinên radikal divê

Sofía Soriano, li ser têkoşîn û rêxistinbûna jinên ciwan jî rawestiya û ev agahî dan: “Ez bawer im pêwîstiya herî bingehîn li her derê bi hev re dahurandina pirsgirikan e û çawa em dikarin ji kokê ve ji holê rakine. Ji reformên piçûk zêdetir, pêwîste em dest bi fikirandina guhertinên radikal û dij-kapîtalist bikin. Femînîzma rojavayê dinyayê asimile kirin. Dikarîbûn ji bo guhertinan di nava saziyên fermî yên dewletan û kapîtalîzmê de xwe adapte bike. Em nikarin rê bidin vê.

‘Em ê guherînê pêk bînin’

Sofía Soriano, der barê banga ciwanan a ji bo azadkirina fîzîkî ya Ocalan û xurtkirina tora ‘‘Cîwan dîrok dinivîsin’’ jî rawestiya û wiha axivî: “Xebata herî ewle ku me her tişt nîqaş kir bi rêxistinên din re vê derê parve bikin. Ku daxuyaniyê dawî bi awayekî fireh û vekirî were nîqaşkirin û gav bi gav nava xeta siyasî kur bikin. Li ser wan esasan û bi vê armancê, xurtkirin û jinûve rêxistinkirina ciwanên herêmê. Ku em niqaşên û fikrên nû binîn nav rêxistiniyên enternasyonal. Herî dawî ku em xwe li ser vê fikrê bi kûrahî bifikirin wê demê guhertin jî mumkun e. Dema wê niha ye û yên ku vê yekê pêk bînin em in.”