spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava rêwîtiya jinan a li dijî şer

Piştî ku genim tê hêran û dibe nan, ne mimkûn e ku vegere genimê ku di torbeyan de hatiye berhevkirin û wekî tov naçe zeviyan. Ji ber wê jî jin êdî sertewandin, koletî û bêdengiyê ku niha veguheriye qêrîneke rêxistinkirî û li giştî cîhanê tê bihîstin, napejirîne.

Pêşengtî ya jina kurd bû, lê piştre pêşengtiyeke hevpar ligel jinên ereb, ermen, asûr, çerkes, çeçen û êzidî bû sedem ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê glopal bibe. Li vir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê, Îran û rejîma Baas û Amerîka û hin destên veşartî ve ji bo têkbirina projeya demokratîk a ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê û hemû krîz, alozî û kaosên heyî di Rojhilata Navîn de ku bi dehan hewldanên welatên ereban û navdewletî çêbûn lê belê nikarîbûn çareser bikin, gelek planan didûrin. Di paşperede û bin maseyan de dest didin hev û li ser ekranan û li pêşberî civakan wekî ku şerê hev dikin, xwe didin nîşandan. Ji bo Filistîn xwe dil êş û xemxar nîşan dide, lê li Rojava jê xirabtir dike û wekî ku parêzvan û parastina ewlehiya dewleta xwe dike li dijî jin û zarokan û ciwanên ku destê wê yê rastê ango (DAIŞ) pûç kir sûcên dij mirovahiyê dike. Erdogan bi ezameta xwe ji navê kurdan ditirse, jineke kurd li dijî desthilata xwe xeter dibîne, ji zarokekî kurd bi kurdî diaxive distirê bi hers dibe û wan dikuje. Wate; gelê kurd ji zarokên di nav dergûşê de heta kesên temen mezin û taybet jin ji Erdogan re bûne fobî.

Di bin navê îslam û parastina ewlehiya sînorê xwe bi balafirên keşfê û şer û bi çekên giran êrîş dike. Jina ku di nav zeviyê zêrê spî de pembo berhev dike, çi xeteriyê li ser ewlehiya Tirkiyeyê ava dike? Fereh a 16 salî ku li gel dayika xwe pembo berhev dike wê çima ji zaroktiya xwe, lîstok û çûna dibistanê bêpar bibe û her du lingê xwe wenda bike, çima? Ma Fereh jî ewlehiya Tirkiyeyê dixist xeteriyê? Ev şer şerekî pir pîs e û zirav hatiye plankirin. Jinên di xeta agir de dijîn piştî vê bûyera hedefgirtina karkerên jin yên pembo gotin; li şûna her topekê em ê sed qozik pembo biçînin. Jin netirsiyan û gav paş de neavêtin, lê belê gotin em hîn li vir in û em ê bimînin jî. Ji berxwedaniya jinan a li ser xetên agir bi delweta tirk û çeteyên wê re, xwedî gelek rû ye. Domandina çandiniyê û berhevkirina pembo, ger Erdogan fêm bike wê bizanibe jinên Rojava peyameke çawa didin wî.

Li dijî her cure êrîşên ku tundiyê bi xwe re tîne, jin li xetên agir li ber xwe didin, bi tedbîr tevdigerin û li gorî rewşa hewayê sîstema tevgera xwe, lîstina zarokan û hwd. ava dikin. Rastiyeke ku heta niha kes negotiye; Jin li xetên agir li berxwe nedabana, wê niha berxwedana sivîlan li seranserî gundên di xeta agir de ji Dêrikê heta Şehba û Efrînê ewqasî xurt neba. Wê berxwedanî heba lê nîvço û felc ba, ji lewra hebûna jinan li van derên şer girêdana zarokan û mêran a bi axê xurttir dikin. Li hember êrîşan û li gorî faktorên bingehîn yên şerê gelê şoreşgerî jin li dijî her cure êrîş û tundiyan bi rêxistinî tevdigerin. Ji bo parastinê xendek çêkirine û şevên topbaran hebe li xendekê derbas dikin û ji bo ku birçî jî nemînin ew jin mûnet xistine wir de û wiha dikarin hîn bêtir û demdirêj li ber xwe bidin. Wekî gel û civakên din revê napejirînin, dimînin û li gorî şert û mercan makanîzmeyên parastinê pêşdixin. Jin wiha ne; dema ku biryara rêwîtiya berxwedanê didin, rê zelal dibe.

Mînak; Piştî ku genim tê hêran û dibe nan, ne mimkûn e ku vegere genimê ku di torbeyan de hatiye berhevkirin û wekî tov naçe zeviyan. Ji ber wê jî jin êdî sertewandin, koletî û bêdengiyê ku niha veguheriye qêrîneke rêxistinkirî û li giştî cîhanê tê bihîstin, napejirîne. Tiştê ku ji erdê derdikeve, ji ser erdê nayê rakirin. Dema ku dewleta tirk siloyên genim bombe dikin, dê demsala çinîna tovan were û careke din jin simbilên genim biçinin. Ger mebesta dagirkeriyê çavkaniyên avê xira bike, bila ji bîr neke wê rojekê kaniyên avê ji binê erda Rojava biteqin. Dema ku dewleta tirk dijwariya tava Rojava bibînin wê li ser xirakirina çavkaniyên enerjiyê poşman bibe. Ger ku malên sivîlan jî xira bikin, ji kevir û axa wan a ku kelpîçan çêbikin pirtir tune ye ku dîsa ava bikin.

Lê hin tişt hene rûyê NATO, NY, sazî û rêxistinên mirovî û hemû welatên ku banga aşîtiyê dikin û li ser gelek peymanan ji bo parastina mafê zarok, jin û hemû zindiyan îmze avêtine, yê rast aşkere dike. 12 sal in Sûriye û 11 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş li ser çêdibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dijwar çêbûn, nexweşxane, çavkaniyên av, enerjî û bîrên petrolê û akademiyên perwerdehiyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hat pêkanîn. Niha li Filistînê jî heman tişt dibe, lê ferqa wê çi ye, ferqa wê ev e ku bûyera yekê ango êrîşa Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî bûyereke normal tê dîtin û di yek nûçeyên TV yên erebî û cîhanî de biqasî giraniya wê cih nagire, bûyera din a Filistînê dibe mijareke cîhanî. Tevî ku herdu gel jî ji bo mafên xwe yê herî rewa û doza xwe bi dehan sal e li dijî dagirkeran têdikoşin.

Dayik rûreşiya cihanê nîşan dan

Rastî jî ecêbe ku bi ketina sêvekê ji erdê re wateya giraniyê hat zanîn, lê heta niha bi sed hezaran cenaze û term ketin û hin ji wan fersenda veşartinê li gorê rê û resmên civakan nehat dîtin, dîsa jî têgihiştina rast a mirovahiyê çênebûye. Li hember van neheqiyên dîrokî her kes û di serî de dayik heta nefesa dawî li ber xwe didin. Dayik bi mayîna xwe li xetên agir û berxwedaniya xwe rûreşiya cîhanê nîşan û durûtiya wê aşkera dike û jê re dibêje; tu nikarî mafê min biparêzî, lê ez li vir im û bendewariyê ji we nakim lê wê zarokên me di nava dîroka pêşîn de hesab ji we bixwazin. Şer bi xwe tundiyeke li ser jinan, li ser pisîkolojî û tendurîstiya wê çêdike, ji ber rewşa aborî ya zeyîf di xeta agir de mêr tundiyê li jinan dike, lê dîsa jî jin li hember her tiştî têdikoşe û rêya xwekuştinê nepejirandiye. Lê ne rast e ku ev rewşa şer wiha jî bidome, ji bo ku jin bi awayekî aram û di nav aşîtiyeke domdar de bin pêwîstiya qedandina vî şerî heye.

Di dawî de em gotina helbestvana filistînî Fadwa Tuqan sembola helbesta femînîst a neteweyî ye, ku dibêje: ‘Bes e ez di hembêza welatê xwe de bimînim ax, giya û kulîlk’. Jin li Rojava ku bi axê re soza mayinê dane wê heta dawî li ber êrîşên osmaniyên nû û her cure tundiyan ber xwe bidin û vê şoreşê bibin serkeftinê. Welat bi şoreş û şehîdan avadibin, dayik jî ligel keç û xurt û hevjînên xwe xwe kirine mertalê parastina vê şoreşê û karekterên sereke yên serkeftina projeya Neteweya Demokratîk ku wê pêre çareserî ji gelek pirsgirêkên jinan û civakê re were dîtin.