spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja Zarokan û kuştina Ûxûr Kaymaz

Hasan Yalçin

Duh, Roja Mafê Zarokan a Cîhanê bû. Tê zanîn ku di 20’ê Mijdara 1989’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve “Peymana Derheqê Zarokan” hate ragihandin. Ji wê rojê ve li çar perçeyên cîhanê roja îmzekirina vê peymanê weke “Roja Mafê Zarokan a Cîhanê” tê pîrozkirin.

Herkes ji nêz ve dizane ku bi sedan salan e li cîhanê di encama şer û pevçûnan de herî bêhtir zarok tên qetilkirin, zarok êşên mezin dikişînin û zarok ji jiyanek azad û xweş bêsûd dimînin. Di encama şerên cîhanê ku di sedsala 20’emîn de qewimîn bi sed hezaran zarok jiyana xwe ji dest dan. Bi qasî wan jî seqet bûn û gelek ji wan jî heta dawiya temenê xwe bi trawmayên derûnî re rû bi rû hatin hiştin.

Belê, bi boneya van êşên mezin ên li ser zarokan tên sepandin bi dawî bibin ji aliyê Netewên Yekbûyî ve ev peyman hate derxistin û ji aliyê gelek dewletên cîhanê ve hate pejirandin.

Lê weke her car, di vê “cîhana şareza” de ev peyman jî kuştina zarokan ranewestand û çi sosret e ku hîn hibra îmzeyên vê peymanê zuha nebûbû li her qada cîhanê zarok dîsa bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Belê, duh Roja Mafê Zarokan a Cîhanê bû û îro jî roja salvegera kuştina zarokê kurd Ûgûr Kaymaz û bavê xwe Ahmet Kaymaz in. Ûgûrê 12 salî rojek piştî “Roja Mafê Zarokan a Cîhanê” li ber mala xwe bi bavê xwe re bû hedefa 13 guleyên dewletê. Dewleta ku ji nêzîk ve bedena Ûgûr da ber guleyan, ji bo ku sucê xwe binuximîne çeka bi qasî qama Ûgûr dirêj danîn ser laşê wî. Lê tevî hemû hewldanên derhiqûqî jî dewlet li nav tax û kolanên Qoserê li ser sûc hate girtin.

Rojek weke îro Ûgûrê ku ji bo alîkariya bavê xwe bike derketibû derve weke stêrkekê li ber çavê dayik û hezkiriyên xwe xuricî. Di kolan û taxên Qoserê de hawar û lorîna dayika Ûxûr hemû derdor tevizand, kerr û lal kir.

Dewleta ku li Kurdistanê bi kuştin, talan û zordariyê mohra xwe li dîrokê xistiye, ji bo ku sûcê xwe ji holê rake dîsa li pey pêkanên cûrbecûr ket. Ji bo ku vê bûyera berbiçav û aşkera şolî bike, bi rê û rêbazên derhiqûqî doza Ûxûr weke gelek dozên din bêceza hiştin. Kiryar bi rêya dadgehên dewletê hatin beraatkirin. Bi van biryarên bêhiqûqî êşa malbatê dîsa nû kirin.

Kuştina Ûxûr Kaymaz li Kurdistanê ne ya pêşî ne jî ya dawî bû. Piştî qetilkirina Ûxûr rast e rast zarokên mîna Enes Ata yê 8 salî, Ceylan Onkol a 12 salî jî para xwe ji guleyên dewletê girtin. Dayika Ceylan, laşê keça xwe encax di dawa kirasê xwe de berhev kirin. Kiryar her çiqas ku xwe vedişart jî dîsa weke her car di çavê raya giştî de diyar bû. Ew jî dewlet bû.