4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê KNK’ê: Dewleta tirk cilên pêşmergeyan li xwe dike

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamus diyar kir ku dewleta tirk li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê tevî hevkariya PDK'ê jî heta niha yek gav pêşve neçûye û wiha got: “Dewleta tirk li herêmê cilên pêşmergeyan li xwe dike.”

Dewleta tirk ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha bi hevkariya PDK’ê bênavber êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dike. Di nava van du salan de Tirkiyeyê gelek cureyên çekên giran û kîmyewî bi kar anî lê heta niha jî encamek bi dest nexistiye. Di heman demê de PDK bi awayeke eşkere piştgiriyê dide dewleta tirk û heta niha gelek hêzên xwe yên taybet li herêmê bicih kirine. Ev hêzên navborî bi kemçeyan ji bo dewleta tirk rêyan çêdikin û derfetên heyî ji bo dewleta tirk pêşkeş dikin. Ev helwest û hevkariya PDK’ê, di nava raya giştî ya kurd de jî rê li ber nerazîbûnan vedike.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û êrişên ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

‘Dewleta tirk dê ji êrîşên xwe encamê negire’

Ahmet Karamus, di serî de bal kişand ser şerê li herêmên navborî û diyar kir ku dewleta tirk tevî çekên modern û hevkariya PDK’ê jî nikare li herêmê gavek jî peşve biçe. Karamûs, got ku armanca dewleta tirk a ji êrişên ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê stratejîk in û wiha domand: “Dixwazin tevgera azadiyê tesfiye bikin û herêmê bi temamî têxin bin kontrola xwe. Ev aliyê jeopolîtîk ve gelek stratejîk e. Dewleta tirk ne cara ewil e êrişî van herêman dike. Bi salaye dixwaze van hêreman dagir bike. Mebest ew e ku sê parçeyên Kurdistanê ji hev qut bike û têxe bin kontrola xwe.  Ji dîrokê ve herêm ji bo gelê kurd herêmên stratejîk bûn. Heta roja me jî tu hêzan nekarîne van herêman dagir bike û kontrol bike. Hewldanên wan her tim bêencam mane. Ew herêm ji bo şervanên azadiyê jî gelek girîng in. Dê dewleta tirk jî tu carî nekare ji van êrişên dagirkeriyê encamekî bi dest bixe. Dewleta tirk jî qaneh bû ku nikare bi tena serê xwe Tevgera Azadiyê tesfiye bike. Lewma serî li rêbazên din dide. Yek ji van rêbazan hevkariya bi PDK’ê re ye. Tevgera Azadiyê şerê navxweyî naxwaze. Lê PDK vê hesasiyetê îstîsmar dike û dixwaze hêzen xwe li wir bi cih bike. Bi vê yekê rê li ber dagirkirina dewleta tirk a herêmê vedike.”

‘Tu rewatiya vê hevkariyê nîne’

Karamus, bi lêv kir ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze herêmên stratejîk dagir bike, Tevgera Azadiyê tesfiye bike û ev nirxandin kir: “Tevgerên PDK’ê ji bo berjewendiyên gelê kurd xetere ne. Me gelek caran bi daxuyanî û bangên xwe ev hevkariya wan rexne kir. Em çi wateyê nadin vê hevkariyê û tu berjewendiyekî tê de nabînin. Ev xak, beşeke Kurdistanê ye û di bin serweriya hikûmeta Iraqê de ye. Armanca Tirkiyeyê ew e ku li sînorên Mîsak-î Mîllî vegere û xaka Kurdistanê dagir bikin. Lê ji roja destpêkê heta niha şervanên azadiyê berxwedaneke bêhempa raber dikin û dewleta tirk bi tena serê xwe nekarî ti gavekî stratejîk biavêje. Lewma hewl dide bi hevkariya PDK’ê hebûna xwe ya li wir mayînde bike. Ev 30 sal in PDK hevkariyê dike û xuyaye ku ji trajediyên gelê kurd ders negirtiye. PDK vî rengî nagihije tu armancên xwe. Tu rewatiya vê hevkariyê nîne. Di salên 1992-1996’an de jî PDK bi dagirkeran re tevgeriya. Niha jî ji bo çeperan rêyan çêdike. Ev hevkarî nayê qebûlkirin.”

‘Ev trajedî ye’

Bi domdarî Karamus got ku hevkariya bi Tirkiyeyê re ne di berjewendiya neteweya kurd de ye û wiha pê de çû: “Agahiya me heye ku PDK ji bo dewleta tirk rêyan vedike, hêzên xwe bi cih dike û baregehên leşkerî ava dike. Li gorî hin agahiyên ji herêmê hatin ber destê me, dewleta tirk di bin navê pêşmergeyan de li hin deveran xwe bi cih dike. Ew deverên ku PDK rê vedike û baregehan çêdike dewleta tirk bi cih dibe. Ev tê wê wateyê ku PDK ji dewleta dagirker re dibêje,’fermo xaka min welatê min dagir bike.’  Ev trajedî ye, tiştekî sosret e. Heke ku armanca PDK’ê parastina serweriya xwe û berjewendiyên kurdan be, statûya heyî wiha nayê parastin. Sedema yekemîn a pirsgirêk, nakokî û lawaziyên di navbera kurdan de jî ev e. Em di vê hevkariyê de ji bo gelê kurd tu berjewendiyan nabînin. Heke hebe jî ya PDK’ê tenê heye. Heke Tevgera Azadiyê bê tesfiyekirin, dê kurt nemînin. Lewma metirsiyeke mezin li ser gelê kurd heye. Divê em vê metirsiyê bibînin û bi perspeftîfeke neteweyî û bi şêwazeke stratejîk tevbigerin. Divê PDK ji şaştiya xwe vegere û em van pirsgirêkan di nav xwe de çareser bikin.”

‘Çapemeniya PDK’ê xizmetê ji dagirkeriyê re dike’

Di berdewamê de Karamus bal kişand ser rola çapemeniya PDK’ê ya di şerê li herêmê de û ev tişt anî ziman: “Em di ragihandina PDK’ê de tu berjewendî û parastina rûmeta kurdan nabînin. Gelo kî vê medyayê birêve dibe? Tê dîtin bê ka şîrove, analîz û nûçeyan wan bi çi armancê tên weşandin. Ez vê bi vekirî bibêjim, beşeke medyaya PDK’ê ji aliyê ajîtatorên dewleta tirk ve tên îdarekirin. Ew di bin kontrola wan de ne. Nivîs û pênûsên wan xîzmeta dagirkeriyê û dijmin dikin. Dema bûyerek diqewime, hêj tu daxuyanî nehatine belavkirin û tu agahî li holê tune, medyaya PDK’ê cih, kes, nav û şêweyê qetilkirinê belav dike. Ev tiştekî sosret e. Di vî warî de bi sedan dokuman û agahiyan belav dike. Ev medya, xizmetê ji berjewendiyên kurdan re nake. Naveroka nûçeyên wan bi kurdî ne lê daxwaz, armanc û feraseta wan a nijadperestiya dewleta tirk e. Ev ne tenê rewşa siyasî, rewşa civakî, çandî jî radixe berçavan.”

‘Faşîzma AKP’ê ji ya Israîlê zêdetire’

Karamûs, destnîşan kir ku tu ferq û cudahiya dewleta tirk û Îsraîlê ji hev nîne û axaftina xwe wiha qedand: “Şerê îro Îsrailê li dijî Filistînê daye destpêkirin, Tirkiyeyê jî li dijî kurdan daye destpêkirin. Beriya şerê Îsraîl û Hamasê, dewleta tirk êrişî Rojava û Başûr dikir. Ji bîrên petrolê heta santralên ceyranê, ji stasyonên avê heta febrîqeyan êrişî her qadên jiyanî yên Rojava kirin. Tiştê ku îro li Filistînê rû dide, senaryoyayê wê li Kurdistanê ye. Bertekên ji bo Filistînê tên nîşandan, ji bo Rojava nayên nîşandan. Heke Îsraîl malan bombebaran bike, dewleta tirk jî bombebaran dike. Heke Îsraîl zarokan bikuje, dewleta tirk jî li Rojava zarokan dikuje. Heke Îsraîl av, ceyran, nexweşxane û hwd. hedef bigire, dewleta tirk jî li Rojava heman tiştan hedef digire. Qet nebe Îsraîl, hebûna Filistînê qebûl dike. Faşîzma AKP-MHP’ê ji ya Îsraîlê pir zêdetir e. Divê em gelê kurd bizanin bê ka li dijî dijminekî çawa têdikoşin.”