spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 5 rojên dawî de 246 kes hatin binçavkirin

Di 1’ê cotmehê li dijî Wezareta Karên Hundir çalakiyek hate lidarxistin. Piştî êrîşê di nava 5 rojan de rojnameger û siyasetmedar jî di nav de herî kêm 246 kes hatin binçavkirin û 4 kes hatin girtin

Di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê êrişek hate kirin. Operasyonên binçavkirinê yên piştî êrişî hatin destpêkirin di roja 5’an de didomin. Di 2’yê cotmehê de li Stenbol û Kirklareliyê endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de 20 kes hatibûn binçavkirin. 20 kes piştî kirariyên miduriyeta polîsan duh sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Ji van 16 kes hatin berdan Mehmet Akçîçek, Bulent Yildirim, Ûmût Kahraman Ezber û Zeynel Azadî hatin girtin.

3’yê cotmehê

Di operasyonên 3’yê cotmehê li 16 bajaran hatin lidarxistin de 55 kes hatin binçavkirin. Di operasyona navenda wê Rihayê de li Mêrdîn, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Şirnex, Stenbol, Bûrsa, Êlih, Denîzlî, Edene, Kayserî, Antalya, Konya, Isparta û Kocaeliyê gelek jê penaber, gelek kes hatin binçavkirin.

20 jinên ku hatibûn binçavkirin piştî kirariyên miduriyeta polîsan pêr bi şev hatin berdan. Jin bi “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.

Dema kirariyên kesên di bin çavan de ên li miduriyeta polîsan berdewam dikirin, hejmara binçavkiriyan jî zêde bû. Îro bi komî 70 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.

4’ê cotmehê

Di 4’ê cotmehê de jî li 15 bajaran 37 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku li bajarên Stenbol, Wan, Riha, Duzce, Amed, Bûrsa, Edîrne, Kirklarelî, Kilîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denîzliyê binçavkirin çêbûne. Hat ezanîn ku kesên hatine binçavkirin bi parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hatine sûcdarkirin.

5ê cotmehê

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di 5’ê cotmehê de jî di serdegirtinên malan ên li Erzirom, Dîlok, Stenbol û Şirnexê de 24 kes hatine binçavkirin.

6ê cotmehê

Operasyonên binçavkirinên îro (6’ê cotmehê) jî berdewam kir. Di serdegirtinên malan ên li bajarên Îzmîr, Eskîşehîr, Kilîs, Kocaelî, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Mêrsîn, Amed, Agirî, Bedlîs û Şirnexê de 75 kes hatin binçavkirin.

Hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, Yasîn Akdag, Bahtiyar Bor, Vedat Ozeken, Savaş Akdogan, Ûgûr Şedal, Bariş Ozçuk, Emîn Ertûş, Agît Koca, Serhat Aşkan û Îsa Terzîoglû, Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan, Hevserokên HDP’a Bûcayê Nîhat Turk û Azîze Çelîk û Şenay Ûlûsan û Dîlan Ûlûsan, Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê Songul Yucel û Sena Şat a di lijneya nivîsê ya di kovarê de cih digire, Nûran Guvenîlîr, Mûhammed Hîzmetçî, Ezgî Yergîn, Hevseroka HDP’a Kocaeliyê Aynûr Sento, rêvebera HDP’a Gebzeyê Şaziye Zorba, endamên HDP’ê Şenay Butun, Semîne Guneş, welatî Abdûrrahîm Demîrkaya, Ahmet Akboga û Ezgî Akçûkûr, rêveberê HDP’a Kartalê Bulent Tûran û rêvebera HDP’a Stenbolê ya berê Fener Gunana li Stenbolê, endamê HDP’ê Velî Akbûlût, Ayşe Berktay, Cafer Adsay û Hamdûllah Ozen”

Polîsan bi ser avahiyên Komeleya Hunerê ya Ayişigi Ekîn û Weşanxaneya Yenî Donem ku rojnameya Mucadele Bîrlîgî jê tê weşandin de girtin.

Polîsan, li Îzmîrê bi ser avahiya HDP’ê ya bajêr, avahiyên navçeyên Bûca û Konakê de jî girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê aşkere kir ku derbarê 23 kesên têkildarî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir a di 1’ê cotmehê de hate lidarxistin de parvekirin kirine biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Dozgeriyê îdia kir ku kesên qala wan tê kirin “propagandaya rêxistinê” kirine.