3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 68 rojan de 9 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest da

Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî yên nexweş, kal û pîr nayên berdan. Ji ber girtiyên nexweş nayên berdan her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Îro cenazeyekî din ji girtîgehê derket. Ji 12’ê mijdarê heta niha 9 cenaze ji girtîgehan derketin. Malbatên girtiyên nexweş li Wan, Amed û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş serbest bêne berdan Nobeda Edaletê bê navber berdewam dikin. Malbatên girtiyan li Baroya Amedê ji 16’ê mijdarê ve dest bi Nobeda Edaletê kirine û 76 rojin Nobeda Edaletê digirin.

Malbatên girtiyên nexweş ku li Baroya Wanê çalakiya Nobeda Edaletê dane destpêkirin 51 roj li pey xwe hişt. Li Stenbolê jî Înîsiyatifa malbatên girtiyan 3 hefteye li ber ATK’ê her pençşem çalakiye li dar dixe. Li gel ku malbat çûn Enqereyê û serdana sazî û partiyan kirin jî heta niha tu deng ji sazî û partiyên siyasî nehatiye. Ji ber ku partiyên siyasî û rêxistinên civakî li hemberî rewşa girtiyên nexweş bêdeng in her roj cenaze ji girtîgehan derdikeve.

Ji ber bêdengiya partiyên siyasî û rêxistinên civakî îro cenazeyekî din derket. Di 2 mehên dawî de 9 cenaze ji girtîgehan derketin.

Ji 12’ê mijdarê heta niha girtiyên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

Di 30’yê çileya 2022an de; Mehmet Hanefî Bîlgîn ê 58 salî li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê jiyana xwe ji dest da.

*Di 21’ê çileya 2022’an de; Ramazan Tûranê 70 salî, li Girtîgeha Wanê di hucreya ku bi tenê lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da.

*Di 20’ê kanûna 2021’ê de Vedat Erkmen ê li Girtgîgeha Tîpa F a Tekîrdagê  jiyana xwe ji dest da.

*Di 17’ê kanûna 2021’ê de; Îlyas Demîr li Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê jiyana xwe ji dest da.

*Di 16’ê kanûna 2021’ê de Salîh Tûgrûl  li Mersîn jiyana xwe ji dest da. Di Di sala 2014’an de ji ber rewşa xwe ya giran ji girtîgehê hatibû berdan.

*Di 15’ê kanûna 2021’ê de; Halîl Guneş  li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê  jiyana xwe ji dest da.

*Di 14’ê kanûna 2021’ê de; Abdulrezak Sûyûr li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê jiyana xwe ji dest da.

*Di 9’ê kanûna 2021’ê de; Garîbe Gezer li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Kandirayê  jiyana xwe ji dest da.

*Di 12’ê mijdara 2021’ê de; Bangîn Mûhammed  li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê  jiyana xwe ji dest da.