6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

28 sal in di rêya girtîgehan de ye

Malbatên girtiyên nexweş 77 roj in li Baroya Amedê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan şewitîne bên berdan “Nobeda Edaletê” digirin û çalakiyan li dar dixin.
Malbat ji bo daxwazên xwe bînin ziman di 4-5’ê çile de çûn Enqereyê û bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevditin kirin. Heftêya borî li Parqa Koşuyolu daxuyanî dan. Malbat dê vê heftê jî li ber Girtîgeha Amedê daxuyanî bidin. Ji van malbatên ku her roj çalakiyan li dar dixin yek jê malbata Kolakan e. Ji malbata Kolakan Feyziye Kolakan ji bo kurê xwe yî nexweş nobeda edaletê digire. Kolakan ji dilê xwe nexweş e. Di dilê wê de pîl heye û divê ji 10 salan carekê pîla dilê wê bê guhartin.

Feyziye Kolakan 71 salî ye û ji Amedê ye. Tevî temenê xwe 78 roj in bê navber nobedê digire. Temenê Kolakan di rêyên girtîgehan de derbas bû. Dema bavê Feyziye Kolakan, mir, diya wê, ew birin navçeya Farginê. Kolakan zewicî û çû Bismilê. Piştre jiyanek pir zor û zahmet derbas kir. Debara xwe bi tûtinê kir.

Kurê Feyziye Kolakan Ahmet Kolanan 28 sal in girtî ye. Kolakan qala serpêhatiya kurê xwe kir û wiha got: “Di sala 1994’an de em li dawetekê bûn. Leşker hatin gund û bi ser dawetê de girtin. Kurê min Mehmet Emîn Kolakan wê demê 14 salî bû. Li cem min bû. Ji ber ku nasnama wî xwar û xermiçî bû, ew jî birin. Ez çûn li ber deriyê qerekolê runiştim. Roja din kurê min ji qerekolê derket. Gelek îşkence lê kiribûn. Emîn gotibû ‘Pir îşkence li min kirine.’ Ew tiştên wî qal kir heta ez hebim ezê ji bîr nekim. Kurê min ji ber zextên leşkeran tev li gerîlla bû. Ji sala 1994’an heta niha 28 salin agahiya min jê tune ye.”

Cezayê muebbetê lê birîn

Kolakan anî ziman ku kurê wê yê din Ahmet Kolakan piştî birayê xwe tev li gerîlla bû û wiha berdewam kir. “Ahmet piştî tev li gerîlla bû birîndar bû. Bi birîndarî li Mersîne hat girtin. Gava ku ew li Mersîne girtin 20 salî bû. Dadgehê cezayê muebbetê lê birî. Niha 28 sal in girtî ye û 48 salî ye.”

2 zarokên wê di girtîgehê de ye

Feyziye Kolakan anî ziman ku di 28 salan de li gelek girtîgehan geriya û wiha direjî da axaftina xwe: “Ahmet Kolakan di 28 salan de gelek girtîgeh guhertin. Ewil li Girtîgeha Mersînê ma. Ji ber ku Mersînê kawîşa siyasî tune bû, ew dişînin Girtîgeha Konyayê. Piştî Konya yê 10 salan di Girtîgeha Burdurê de ma. Piştre birin Girtîgeha Elbîstanê. Li Girtîgeha Elbistanê krîza dil derbas kir. Piştî Elbistane şandin girtîgehên Mîdyat, Mereş û Siwerekê. Niha li Girntîgeha Bandirmayê girtî ye.”

Krîza dil derbas kir

Kolakan bal kişand ser nexweşina Ahmet û wiha lê zêde kir: “Ji destê xwe seqet bûye. Destê wî felç bûye. Demsala zivistanê nexweşî lê giran dibin. Krîza dil derbas kiriye. Di malbata me de nexweşiya krîza dil zêde ye.

Ew ziman û axa xwe dixwazin

Feyziya Kolakan herî dawî wiha got: “Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe em nobeda edaletê digirin. Zarokên me ji bo ziman û axa xwe hatine girtin. Tu suc nekirine. Ez hevîdarim berpirsiyar bi wîcdan tev bigerin û girtiyên nexweş berdin.

Kolakan bal kişand ser kurê xwe yê din û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurê min Mahsum Kolakan jî girtî ye. Mahsum 7 sal in girtî ye. Niha di Girtîgeha Sîwerekê de ye. Mahsum jî gurçikê xwe û çavên xwe nexweş e.”