5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîş plankirî, amadekirî û koordînekirî bû

Di cîhanê de dewletên hegemon bi her awayî hewl didin desthilatidariya xwe li ser civakê ferz bikin. Dixwazin civakan ji cewher û kakilên wan derxin, li gorî xwe perwerde bikin, destên xwe deynin ser aboriya wan a debarê. Bi van rêbazan dixwazin civakê hemû kontrol bikin. Ji bo dewletên hegemon Rojhilata Navîn, bi taybet jî Kurdistan cihên herî guncaw in ku armancên xwe li wan herêman pêk bînin. Dema civakek, partiyek an jî rêxistinek dixwaze di herêmên xwe de ji bo azadiya xwe têbikoşe, hêzên hegemon yekser destwerdanê dikin û di dezgehên xwe yên çapemeniyê de wan reş dikin. wisa dikin, da ku civak li hember sîstem û rejîma wan serî hilnede.

Dawiya dawî rewşa heyî, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Lê ev şer bi taybet li Kurdistanê ye, ango li Başûr, Rojava û bakurê Kurdistanê ye. Herî zêde jî li rojavayê Kurdistanê parçeyê ku Sûriyeyê li gorî peymana Syks-Picot û peymana Lozanê dagir kiriye.
Bi destpêka krîza Sûriyeyê ya 2011’an re gelek kom, tugay û rêxistin derketin û banga hilweşîna rejîma Esedî kirin. Lê piştî çend mehan ew kom û rêxistin ji cewhera xwe dûr ketin, bûn dûvik û mûvikên dewletên berjewendiyên wan di Kurdistanê de hene, bi taybet dewleta tirk.

Armanca wan kom û rêxistinan hilweşandina rejîma Esed bû, lê vê carê armanc û berê wan ber bi herêmên kurdan ên li rojavayê Kurdistanê bû. Ev yek jî ji roja destpêkirina krîza Sûriyeyê, di 15’ê adarê de pêk hatiye, aşkera bû. Ji ber ew li benda rojên girîng ên kurdan bûn, mîna 12’yê adarê bûyerên li Qamişlo yên di 2004’an, 16’ê adarê komkujiya Helebçeyê û gaza jehrî, 21’ê adarê cejna Newrozê. Wan dixwest kurd jî tev li wan bibin da ku yekser kurdan qir bikin û berê rejîma Sûriyeyê ji destpêkê ve li dijî herêmên kurdan be. Lê bi ya wan nebû û kurdan xwe spart xeta sêyemîn ku Rêberê PKK’ê Ocalan nîşan daye, projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan. Bi vê yekê herî kêm herêmên kurdan ji hêla şêniyên wê ve hatin parastin û rêveberiyeke xwe ya xweser ava kirin. Lê piştî van koman dît ku planên wan bi bin ketin, yekser êrîşî herêmên kurdan kirin. Keç û xortên kurd hêzên xwe yên YPJ û YPG’ê ava kirin û li hemberî her êrîşên li dijî herêmên xwe sekinîn. Piştî wê pêwîst bû ku HSD ango Hêzên Sûriyeya Demokratîk were avakirin. Ev hêz ji tevahî pêkhateyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Lê bi avakirina vê hêzê re êrîşên wan koman ku bi wekalet şer dikirin, êdî dewletên destek didan wan yekser destwerdan dikirin. Di serî de dagirkeriya tirk û rejîma Esed. Dewleta tirk a qirker li dijî kurdan bi hemû teknîk û balafirên xwe êrîş dikir.

Di 20’ê çileya 2018’an de dewleta tirk a faşîst tevî 50’î hezar çeteyên girêdayî xwe yên li Sûriyeyê, bi 72 balafirên şer, bi dehan balafirên keşfê, bi erêkirina Rûsya û hin dewletên hegemon êrîşeke hovane bire ser Kantona Efrînê. Komkujî li dijî sivîlan pêk anî. Zarok, jin û temenmezin qetil kirin, cihên dîrokî û şûnwar rûxandin. Lê li beramber vê hovîtiyê şervanên Efrînê û şêniyên wê 58 rojan li ber xwe da û gelek zirar dan wê.
Piştî wê pêvajoyê bi salekê di 9’ê cotmeha 2019’an de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Piştî berxwedana bêhempa ya hêzên HSD’ê dewleta dagirker herdu herêman dagir kir. Di êrîşan de çekên qedexekirî yên mîna fosfora spî bi kar anîn. Li vê derê dîsa civata navneteweyî bêdeng ma.

Ji dema dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî êrîşên, dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên bi armanca dagirkirina herêmên din û darbekirina projeya Rêveberiya Xweser ranewestand. Di rojên girîng de be yan jî di hevdîtineke Rêveberiya Xweser ya bi aliyên derve be yan jî serdanên Rêveberiya Xweser ên bi derve re be, dagirkeriya tirk komkujiyan li dijî gelê kurd pêk tîne.

Di vê dawiyê de bi koordîneyeke hevpar a di navbera dewleta tirk, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên veşartî û rejîma Esed de, êrîşî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a li Hesekê kirin. Ev êrîş plankirî, koordînekirî û amadekirî bû. Ji ber beriya êrîşan navçeyên Til Temir, Zirgan, kantona Kobanê, Minbicê, Şehba û gundewarên Şera û Şêrawayê bi dijwarî hatin topbarankirin. Hemwextî vê êrîşê çeteyên terorîst erebeyeke bombebarkirî li aliyê rojavayê girtîgeha Xiwêran teqandin, her wiha motosiklêtek jî teqandin. Çete ji herêmên di bin kontrola rejîma Esed de ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve hatin ango destê rejîmê di wê yekê de heye, hin çete jî ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî ber bi girtîgehê ve hatin. Çeteyan hewl dan ku wan girtiyên di girtîgehê de birevîne. Bi dengê teqînê re çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehê de ku 5 hezar çete ne ketin nav liv û tevgera ji girtîgehê birevin. Bi vê xirecirê re hejmareke çeteyan revîn. Lê HSD’ê yekser destwerdan kir û taxên ku çete lê belav bûbûn, mîna taxên Xiwêran, Zihûr û El-Meqabir dorpêç kirin, da ku çete belav nebin û karesatekê li herêmê çênekin. Di encama berxwedana HSD’ê de çeteyên ji gitîgehê revîn hatin girtin. Lê hîna şaneyên veşartî li derve hene û di bin kontrola HSD’ê de ne. Armanca çeteyan ji vê êrîşê ew bû ku çeteyên girtî berdin da ku ji wan re bibe piştevaniya xurt di êrîşên li ser herêmê. Li aliyekî din jî xwestin ji cîhanê re aşkera bikin, bi taybet ji gelê herêmê re aşkera bikin ku Rêveberiya Xweser nikare parastina sivîlan li hember xetereyan bike. Lê ev ne tenê armanca çeteyên DAIŞ’ê bû, ya girîng armanca dewleta tirk, rejîma Esed û Rûsyayê bû.

Der barê çeteyên DAIŞ’ê yên girtî, gelek caran Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî kir ku yan divê dadgehek li herêmê were ava kirin û ev çete werin darizandin an jî dewlet welatiyên xwe yên endamê DAIŞ’ê ne bibin. Lê heta niha banga Rêveberiya Xweser bê bersiv maye. Ev dide xuyakirin ku dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ’ê de hene ditirsîn ku rûyê wan ê rastîn ji cîhanê re were aşkerakirin ku wan bi xwe ev çete ji bo şerê li dijî kurdan şandine. Ango bêdengiya cîhanê komploya li dijî çirûska azadiya Rojavayê Kurdistanê ye.