18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 8’ê mijdarê de li kongreya Amerîkayê hilbijartin pêk tên

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) sibê dê hilbijartina navberê ya Kongreyê tê lidarxistin. Encama vê hilbijartinê dê bandorê siyaseta DYA’yê ya Rojhilata Navîn jî bike.

Sibe li Kongreya Amerîkayê hilbijartinên navberê tên kirin. Çav li rê ye ku ev hilbijartin di navbera komarparêz û demokratan de pêk tê û encamên wê dê bandoreke mezin li ser dosyaya siyaseta derve ya Amerîkayê bike. Her wiha çav li rê ye ku komarparêz bi ser bikevin.

Di bin siya krîzên navxweyî û yên siyaseta derve ya Amerîkayê de ev hilbijartinên navberê pêk tên.

Li gorî Pisporê Navenda El-Ehram ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Ehmed Seyîd Ehmed, dê komarparêz piraniya dengan bi dest bixin û demokratan li pey xwe bihêlin. Heke ev yek pêk were dê guhertineke mezin di siyaseta derve ya Amerîkayê de pêk were.

Herî zêde ev guhertin dê bandorê li ser helwesta DYA’yê ya li dijî Îranê, dê helwesteke tund der barê binpêkirinên husiyan ên li Yemenê were nîşandan û dê bandorê li hin dosyayên din ên Rojhilata Navîn bike.

Ji aliyekî din ve Komarparêz ji dilgiraniya kolana Amerîkî li ser siyasetên Partiya Demokrat sûd werdigirin da ku piraniya dengan bidest bixin. Di heman demê de piraniya texmînan diyar dikin ku Komarparêz li ser rêya kontrolkirina Kongreyê ne bi bidestxistina piraniya dengan e.