17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ukraynayê xwe ji zivistaneke herî dijwar re amade dike

Şaredarê Kiyêvê Vitali Klitschko bang li gel kir ku xwe ji senaryoya herî xirab re amade bikin û li deveyî bajar li ba dost û xizmên xwe bicih bibin.

Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenskî da xuyakirin ku Rûsyayê xwe ji êrîşên nû yên li dijî binesaziya Kiyêvê re amade dike.  Şaredarê Kiyêvê Vitali Klitschko bang li gel kir ku xwe ji senaryoya herî xirab re amade bikin û li deveyî bajar li ba dost û xizmên xwe bicih bibin.

Zelenskî da xuyakirin ku derdora 4,5 milyon kes êdî bê elektrîk mane. Zelenskî der barê vê mijarê de rexneyên tund li Moskovayê kir û wiha got: “Em dizanin ku dewleta terorîst xwe ji bo êrîşên nû yên li dijî binesaziya welatê me amade dike, lewre hewcedariya wan bi balafirên bê mirov ên îranî hebû, em jî xwe ji bo bersivadayîna êrîşan amade dikin.”