2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mamosteyên zanîngehan rayedarên Îranê hişyar kirin

Derdora 600 mamosteyên zanîngehan daxuyaniyeke hevbeş weşandin û tê de rayedarên rejîma Îranê hişyar kirin.

Xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî kuştina Jîna Emînî ku di 16 îlonê de ji alî polîsên Îranê ve hatibû kuştin bê navber berdewam dikin û veguherîne serhildanê.

Di dema dawî de bi zêdebûna tundiya li dijî xwepêşandanên xwendekarên zanîngehan, mamosteyên zanîngehan daxuyaniyek dan.  Derdora 600 mamosteyên zanîngehan daxuyaniyeke hevbeş weşandin û tê de rayedarên rejîma Îranê hişyar kirin. Mamosteyan di daxuyaniyê de daxwaza serbestberdana hemû xwendekaran kirin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em banga rakirina hemû fermanên li dijî mafên sivîl ên xwendekaran dikin. Her wiha divê hemû girtî bê şert û merc werin serbestberdan”

Doh jî li gelek zanîngehên Îranê hebûn, li zanîngeha Şerîf a Tehranê xwendekaran bi meşekê daxwaza serbestberdana hevalên xwe kirin.  Li zanîngeha Babil jî xwendekaran bendên di navbera xwendekarên mêr û jin de rakirin.

Li gorî saziya mafê Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanan de 14 hezar û 170 kes hatine binçavkirin, di nava wan de 392 xwendekar hene. Her wiha 314 kes hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku beriya çend rojan serokê DYA’yê Joe Biden di civîneke çapemeniyê de li Kalîforniyayê axifîbû û der barê rewşa Îranê de wiha gotibû: “Emê Îranê rizgar bikin”.

Di civînê de alîgirên Biden telefonên xwe yên destan rakirinibûn û gotibûn azadî ji bo Îranê. Biden jî bersiva wan dabû û wiha gotibû: “ Xeman nexun, em ê Îranê rizgar bikin, wê di demeke nêz de gelê Îranê xwe rizgar bike”.