17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kose û dikana wî

Nîzamettîn Ozturk

Di dema serdestiya osmaniyan de li dûrî paytextê bajarek mezin û dîrokî hebû û di nav bajêr de jî piranî gelê kurd û gelên din di nava hev de dijîn. Ev bajar, di nava hemû bajarên herêmê de di warê aborî, çand, huner û ziman de gelek dewlemend bûye. Di nav bajêr de kuçe û kolanên fireh; dikan û firoşgehên mezin gelek zêde pisporane hatine lêkirin. Ji ber vê yekê di navbera dikandaran de çavnebarî û hesûdi jî li erşê ezman e.

Herî zêde nîqaş li ser dikana Kose derdikeve. Di vê demê de temenê Kose li derdora 40 salî bûye, êdi her kes wî nas dike. Lewre dikana wî li navenda sûka bajêr, li goşeyê bûye. Du deriyên dikanê hebûne. Her yek li kolanekê vedibe. Li ber destê Kose du kesên ciwan bênavber dixebitin û Kose di nav çar pênç salan de di warê aboriyê de bi gotina gel “bixwe jî dibe’ goşe.

Çavnebariya mezin di şexsê kurapê Kose de xwe nîşan dide. Koka arîşeyê diçe heta zaroktiya wan. Her tişt bi sêwîmayîna Kose dest pê dike. Lewre, dê û bavê Kose ji ber nexweşiyeke şewbê li dû hev jiyana xwe ji dest didin. Ji bo ku Kose li ber dîwaran nemîne, mifteyê li deriyê wan dixin û dibin mala dapîra wî. Lê Kose piştî du sal şûnde dîsa sêwî dimîne. Lewre dapîra wî jî jiyana xwe ji dest dide. Vê carê jî apê wî Kose tîne cem xwe. Kurapê wî qet bi dilxweşî nêzîkî Kose nabe. Car caran “bavê min digot we ev ê çilmisî çima anî mala me”!

Roj tê Kose digihîje deh saliya xwe û apê wî Kose dibe cem nasekî xwe yê xwedî dikana manîfatûrayê. Ev kes xirîstiyan e û mirovekî gelekî baş e. Kose hewl dide, bi duristî dixebite û di demeke kin de dibe ciwaneke li ber çavan û zîrek. Patron ji ber helwesta wî pir kêfxweş dibe, jê hez dike. Jixwe kesekî wî jî li wan deran nemaye. Bi destê xwe Kose dizewicîne. Dema tê ber mirinê di wesiyetnameya xwe de dikan, amûr û hemû tiştên di nav de ji Kose re dihêle.

Erê, di nav bajêr de, her tim erênî yan jî neyînî qala Kose û dikana wî tê kirin. Tiştê tên qalkirin ev in; du kes di navbera hev de bi şahidiya çend kesên din, li serfiraziya Kose dikevin îdîayê. Yek dibêje “marîfet ya Kose nîne, ya goşe ye.” Yê din “na, marîfet teqez ya Kose ye” dibêje. Ev nîqaş li nav bajêr jî belav dibe. Kurapê wî jê agahdar dibe û li ser vê  rewşê Kose gilî dike. Angaşta wî, “Kose li ser navê dikana xwe xûmar dide leyîstin”. Wê demê lîstîna xûmarê qedexeye û sûc e.

Qadî li ser vê îxbarê eslê meseleyê çi ye çi nîne dixwaze zelal bike. Ji bo fêhmkirinê du zaptiyeyan dişîne dikanê û ji Kose re dibêjin: “Qadî gazî te dike.” Kose şaş û metel dimîne. Lê xwe amade dike û dibêje: “Gelo ji bo çi gazî min dike?” Zaptiye, “em nizanin, Qadî li benda te ye” dibêje. Cîran bi bûyerê dihesin, gelek dikandar û firoşker ji meraqan, kismek jî ji hezkiriya Kose li ber dikana Kose dicivin û Kose destgirêdayî di navbera zaptiyeyan de li ber çavên ewqas kesan dibin. Bajar pê dihese. Zarên Kose jî pê dihesin û çar kurên wî yên gihîştî berê xwe didin dikanê. Kurapê wî û du şirîkên xwe vî halê Kose bi kêfxweşî temaşe dikin.