28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Di arîfeya her cejnekê de êrîşî Şengalê dike’

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Kemal Xidir Hesen û Endamê Meclîsa Gel a Şengalê Dexîl Qîranî li dijî êrişên li ser Şengalê banga hevgirtinê li gel kirin û gotin,“dewleta tirk her dem beriya cejinên me êrîş dike.”

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Kemal Xidir Hesen û Endamê Meclîsa Gel a Şengalê Dexîl Qîranî li dijî êrişên li ser Şengalê banga hevgirtinê li gel kirin û gotin: “Dewleta tirk her timî beriya cejin û kêfxweşiyên me êrişê Şengalê dike û komkujiyê pêktîne. Bi van êrişan dixwazin moralê me bixe. Lê divê gel weke bersiva ji êrişan re dest bidin hev, axa xwe biparêzin.”

Dewleta tirk ya li Herêmên Parastinê yên Medya li beramber çalakiyên gerîla têkçûye û bêçare maye, bi balafirên bêmirov û biçek êrişê herêmên sivîl yên Rojavayê Kurdistanê û Şengalê dike. Di encama êrişeke hovane ya dewleta tirk de şevê din li Şengalê 5 karkerên Rojavayê Kurdistanê ku ji bo bîr kolandinê hatine Şengalê, şehîd bûn.

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Kemal Xidir Hesen, êrişa dijî xelkê sivîl şermezar kir û ji ber ne parastina qada hewayî jî dewleta Iraqê weke dewleteke têkçûyî binav kir.”

‘Iraqê li beramber êrişan xwe ker û lal kiriye’

Kemal Xidir Hesen têkildarî bêhelwestiya Iraqê ya li beramber êrişên dewleta tirk ên li ser Şengalê wiha axivî: “Em êrişên li Iraq û Rojava li dijî xelkê sivîl pêktên, şermezar dikin. Iraq ne serweriya xwe ya erd, ne av ne jî ax nîne û têkçûye. Pêwîst bû Wezareta Karên Derve ya Iraqê bangî Sefîrê Tirkiyeyê yê Iraqê kiriba û hişyarî daba, ji bo dawî li êrişên xwe yên li ser Iraqê û bi taybet jî Şengalê ya dijî sivîlan rawestîn e. Hikûmeta Iraqê pişta xwe daye Şengalê û xwe li beramber van kiryaran kerr û lal kiriye.”

‘Li dijî dijmin hevbigirin’

Kemal Xidir Hesen dazanîn dewleta tirk bi êrişan hewl dide pêşî li vegera xelkê Şengalê bigire û wiha pêde çû: “Şengal herêmeke stratejîke û ev dewletane jî li ser dilîzin. Ji ber van lîstikên siyasî û êrişên dewletê, gelê me yê koçber nikarin vegerin. Li beramber van êrişan em bang li xelkê me yê koçber dikin, vegerin ser cih û warê xwe, ev der ji were xêrtir e. Banga min ji gel re heye, li dijî dijmin destê xwe bidin hev, av û axa xwe biparêzin.”

‘Dewleta tirk pêşiya her cejnekî êrişê Şengalê dike’

Endamê Meclîsa Xweser a Şengalê Dexîl Qîranî  jî êrişa ser karkeran şermezar kir û got: “Dewleta Tirk êrişên li ser Şengalê ji xwere kiriye rûtînek, çend mehan carekî mirovên me li Şengalê şehîd dixe. 5 mirovên hejar yên ji bo debara xwe hatibû vir kar dikirin, hedef girt.”

Dexîl Qîranî diyar kir, ne tesadûfe dewleta Tirk pêşiya her cejin û mûnasebeteke Êzidiyan êrîşê Şengalê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêşiya her her mûnasebetek anjî cejneke  me de dewleta tirk êriş dike û xelkê me şehîd dixe. Bi van êrişan dixwazin moralê gel bixin.