27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berdana 13 girtiyan hat taloqkirin

Li Girtîgeha Tîpa T ya Karbûkê berdana 13 girtiyan ji ber biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya îdia dike ku “girtî ne di rewşeke baş de ne” hate taloqkirin.

Girtîgeha Tîpa T ya Karabûkê bi binpêkirina mafan re gelek caran tê rojevê. Girtiyên tevî ku înfaza xwe temam kirine jî, ji ber biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) nayên berdan. Ji 26 girtiyên siyasî 13’ê ji wan ên ku cezayê li wan hatine birîn xelas bûye, ji ber biryarên demên cuda ên lijneyê, berdana wan hate taloqkirin.

Lijneyê bi şîroveyên razber ên “di rewşeke baş de nînin” berdana girtiyan taloqî dema herî pêş dike. Lijneyê di carekê de biryara berdana 6 girtiyan 12 mehan taloq kir. Ji ber biryarên lijneyê tevî ku cezayê li wan hatiye birîn xelas bûye jî ev 2 sal û nîv e tu girtiyên siyasî nayên berdan.

Di girtîgehê de nav û demên girtiyên siyasî yên ku berdana wan hatiye taloqkirin wiha ne: Şîrîn Taşdemîr 6 meh, Hakki Aygun 6 meh, Halîl Temel 6 meh, Kadrî Alkoç 3 meh, Ahmet Bayna 3 meh, Ejder Dogan 15 meh, Alî Koç 15 meh, Mehmet Sarialtûn 15 meh, Abdullah Ok 9 meh, Aydın Kudat 15 meh, Abdurrahman Guner 15 meh, Mûstafa Karakaya 12 meh, Adem Oktay 6 meh.

Rêvebriya girtîgehê gef xwarin

Li aliyê din girtiyên siyasî rastî gefên rêveberên girtîgehê jî tên. Girtiyên bi rêya parêzerên xwe ji raya giştî peyam şandine, destnîşan kirin ku midûrê yekem û duyem ên girtîgehê M.O. û F.Ç. ji wan re gefên wek “Em ê bi tu awayî rapora di rewşeke baş de ne nedin we. Em ê înfazên we bişewitînin.” xwarine.

Girtiyan diyar kirin ku di hêla xwegihandina xizmetên tendursitiyê de jî astengiyan dikişînin. Girtiyan anîn ziman ku ji ber ferzkirina muayeneya bikelemçe û lêgerîna nava dev, gelek girtî naçin nexweşxaneyê.

Lijneyê biryara dadgehê nas nekir

Lijneya berdana girtiyên siyasî taloq dike, êdî hatiye radeya ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nas nekirinê. AYM sûcê “Tevî ku endamê rêxistinê nîn e, bi ser navê rêxistinê sûc kiriye” betal kir. Girtiyê bi navê Ahmet Bayna yê ji ber vî sûcî tê ragirtin di 15’ê kanûnê de serî li 9’emîn Dadgaha Cezayê Giran da. Dadgehê di 19’ê kanûnê de derbarê Bayna de, biryara berdanê da.

Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya di heman rojê de civiyaye, bi hinceta Bayna “di rewşeke baş de nîne” biryara dadgehê nexist meriyetê. Li gel vê yekê Bayna bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Înfazê ya Karabûkê da. Dadgehê jî biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê li gorî usul û qanûnê guncav dît.