27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê bi fûzeyan êrîşî Sûriyeyê kir

Artêşa Israîlê vê danê sibehê dauxyaniyekê kin da û got ku ji aliyê Sûriyeyê ve 2 fûze li xaka Israîlê ketine, lewma wan cihê ku fûze lê hatine avêtin kirine hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku koma ku xwe wekî “Berxwedana Sûriyeyê ya ji bo rizgarkirina Colanê” binav dike û bi Hizbullaha Lubnanî re kar dike, 2 fûze ji Sûriyeyê ber bi Colanê yên dagirkirî ve avêtine. Hemwextî wê hêzên hikûmeta Şamê yên li gundewarê Dera û Quneytîrayê ketine seferberiyê.

Di agahiya SOHR’ê de tê gotin ku Israîlê jî tugaya Girê Qirs El Neqil û derdora bajarokê Heder ê gundewarê Quneytîrayê bombebaran kiriye. Lê agahiyên der barê zirar û windahiyên canî de nehatin bidestxistin.