2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di bîra civakî de taxeke bêdewlet

Astengiya herî mezin a li ber jiyana wekhev û azad pergala dewletê ye. Ji ber ku xwe dispêre modernîteya kapîtalîzmê. Ne cihêrengiyan qebûl dike, ne jî dihêle gel bi awayekî civakî jiyana xwe bidomîne. Di modela vê pergalê de aktorên herî mezin serdest in û divê her tim hebin. Bêguman ji bo “xulamtiya” serdestan jî gelên bindest, gelên xizan, gelên karker divê û her cara ku ew serî li ber desthilatiya wan rakirin jî divê bêfikar werin pelçiqandin.
Li Tirkiyeyê gelên ku serî li ber pergala dewletê natewîne bi kuştin, girtin û wendakirinan re rû bi rû mane. Şerê dewletê ya bi kurdan re ispata herî mezin a vê pergalê ye. Li hin deverên Tirkiyeyê jî hin mînak hene ku bi modela xwe ya wekhevîtî û rêhevaltiyê de belkî li tu deverên cîhanê nehatibe dîtin, lê dewletê wisa kiriye ku bi riya darbe û qetlîaman wê modelê berbelav kiriye û hewl daye ruhê wê hevgirtinê têk bibe.

Bi minasebeta 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanî de ez ê behsa cihekî berxwedêr a navê xwe ji bûyerên 1’ê Gulanê girtiye bikim. Ez ê behsa cihekî ku di bîra civakî de bêdewlet, bêpergal lê ji bo gelan çawa hêviyek mezin ava kiriye bikim. Li Tirkiyeyê li metropola herî mezin a Stenbolê taxeke bifikirin ku piştî ji hêla şoreşgeran ve tê avakirin her gel dikare xwe li wê derê bibîne. Gel bi rengê xwe, bi zimanê xwe, bi fikra xwe li wê derê heye. Li wê derê li dijî feraseta dewletê şoreşa gel tê parastin. Li dijî kapîtalîzmê wekhevîtî-jiyana komunal tê parastin. Paşê ew tax tê wêrankirin. Navê wê tê guhertin. Li hemberî cewhera wê navendên fînansê tê avakirin. Dewlet aşkera aşkera dewlemendî û xizaniyê bi naveke din hikmê xwe li nava çavên tê dixe û dawiya dawî bi ser nekeve jî dixwaze ew tax weke taxeke nava wê hatibe valakirin li pêşberî me bisekine. Ew tax, taxa 1 Mayisê ye!
Di salên 1970’yî de ji gelek deveran ku Kurdistan jî yek ji wan deveran e ji bo ku di kana kevir a nû hatiye vekirin de bixebitin karker koçî derdora wê kanê ya li Stenbolê dikin. Bi hatina malbatên karkeran, di erdên vala yên weke eraziyên dewletê tê xuyakirin de ji hêla komîteya gel ve bi awayekî komunal xanî tên çêkirin. Av û ceyran tên kişandin û taxeke di fermiyetê de bênav e tê avakirin. Ew jiyana hevbeş bi awayekî polîtîk li ser pêşveçûna gel jî bandor dike. Gel ji şoreşê bawer dike û ji bo şoreşê têdikoşe. Gel, piştî li Taksîmê di pîrozbahiyên 1’ê Gulana 1977’an de li dijî karkerên şoreşger qetlîamek mezin pêk tê, navê 1 Mayisê yanî 1’ê Gulanê didin taxê.

Lê li ku derê hatiye dîtin ku dewleta yekperest, dewleta xwe dispêre berjewendî û kapîtalîzmê cihekî wiha rehet berde. Di 2’yê Îlona 1977’an de bi hevkariya polîs û şaredariyê tê xwestin taxa 1 Mayisê were hilweşandin. Gel li ber xwe dide, li ser vê yekê polîs li ser gel gule direşîne û 12 welatî tên qetilkirin. Piştî wê qetlîamê çend roj şûn de ji her deverên Stenbolê şoreşgeran careke din taxê ava dikin. Taxa 1 Mayisê di nava demê de mezin dibe, bihêztir dibe. Dewlet êdî nikare bikeve wê taxê. Dema darbeya 12’ê Îlona 1980’yan de dewlet hemû hêza xwe li wê derê bikar tîne û şoreşgeran berbelav dike. Navê taxê jî di fermiyetê de weke Mustafa Kemal tê guhertin. (Ji bona gelên şoreşger navê wê taxê hê jî 1 Mayis e) Sal 1995… Dema qetlîama Taxa Gaziyê pêk tê, gelên 1 Mayisê li hemberî dewlet û qetlîamên wê careke din derdikevin kolanan û hêrsa xwe diherikînin. Li ser vê yekê 1 Mayis careke din dibe hedef û polîs qetlîamek din li wê derê dike. Ji ber ku ew qetlîam di bîra civakê de weke Qetlîama Umraniyê jî dimîne, di sala 2009’an de ji navçeya Umraniyê tê qutkirin û beşeke wê ya mezin bi navçeya Ataşehîrê ve girê dan.
Niha, dema tu diçî taxa 1 Mayisê herî zêde çavên te bi du tiştan dikeve. Yek, li aliyekî (bi rastî jî aliyeke, ji ber ku çemek ziwa û têlên bilind sînorê wê derê ye) avahiyên bilind ên navendên fînansê û AVM’yên hatine çêkirin, li aliyê din jî taxeke hewl tê dayîn ji cewhera xwe bi temamî bêqutkirin û di demek nêz de bi hinceta veguhestina bajêr dê bê xerakirin heye. Ya duduyan jî qereqolek bobelat li nava 1 Mayisê hatiye çêkirin. Ji bo dewletê xetere bi dawî nebûye helbet. Piraniya wan kurd hê bi hezaran şoreşger li wê taxê dijîn. Her çend li ser rûyên wan bên xêzkirin jî di dîwarên wê de hê dîmenên pêşengan heye. Nivîsên mîna “Ji Mereşê heta Sêwasê heta Roboskiyê em ê hesabê hemû qetlîaman bipirsin” tên xwendin. Tam jî li cihekî wiha de dema dixwazim di Parka Denîz Gezmîş de dîmenan bigirim, rayedarên Şaredariya Ataşehîrê tên û ji min re behsa prosedura burokrasiye dikin. Çi heyf e ku ev taxa dema ava dibe pergala dewletê û hiyerarşiyê nas nekiriye niha ji bo kêşandina dîmenekê divê tu bibî muxatabê wan pergalan.

Çendin tişt lê hatibin guherîn, belkî jî ji ber ku ez dixwazim wisa hîs bikim; nizanim, lê bi qasî çavderiyên min jî hê şopên şoreşgeran li taxa 1 Mayisê bi bandor e û hêza dewletê dê nikaribe wan şopan ji holê rake. Dema di kolanên wê yên kulîlkên biharê lê vebûne dimeşiyam min gelek heval nas kirin û bi gelekan re li ser ruhê 1 Mayisê min sohbetan kir. Gelek ji wan piştî salên 1990’î koçî 1 Mayisê kirine, lê li ser berxwedana 1 Mayisê gotina her kesî heye. Her kes behsa zextên dewletê ya ji salên taxa 1 Mayis ava bûye heta niha dike, lê tu kes behsa bêhêvitiyê nake. Her kes ji kirinên pergala dewletê aciz e, lê kes behsa paş de gavavêtinê nake. Her kes birûkenî şoreşgerên xwe bibîr tîne.

Sevîm Kilinç a ku ji kurdên Erdexanê ye yek ji wan hevalana ye ku min li wê derê wê nas kir. Ji min re dirêj dirêj behsa berxwedana taxa 1 Mayis û avabûna wê dike. Hevjînê wê Serdar Kilinç yek ji şoreşgerên kevn ê vê taxê ye û heta par diçe ser dilovaniya xwe jî têkoşîn û berxwedana xwe bernade. Jixwe ji ber ku hem kurd hem jî şoreşgerek e nehiştine selaya wî bê xwendin. Gotina dayika Sevîm a “ev der li dijî zilmê bi xwîna ciwanan hatiye avakirin. Gelek tişt hatibin guherîn jî keda wan ciwanên delal vala nîn e” bi rastî jî min dibe wan salên hê ez nehatibûm dinê, lê bi berxwedana xwe çawa bandorê li min dike. Dayika Sevîm wiha berdewam dike: hevalên ku di avabûna vê derê de li ber xwe dan, neman. Gelekî ji wan an hatin girtin, an hatin kuştin, an jî ji neçarî berê xwe dan derveyî welat. Erda vê derê firotin delemandan. Maneya 1 Mayisê xwestin wiha were windakirin. Lê kurd li vir in û berxwedan hê jî berdewam dike. Çi bibe jî ew ê xeyalên şoreşgerên 1 Mayisê dê pêk werin.

Li ser van gotin û hêviyên Sevîm Kilinç di dawiya nivîsa xwe de bi baweriyek xurt roja hemû kedkarên di oxira jiyana wekhev û azad de hê li ber xwe didin pîroz dikim.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê