3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê zayendperestî û medyayê

Li hemû welatên cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn di zimanê medyayê de bikaranîna zimanê zayendperestî diyardeyeke hevpar e. Jin di pêvajoya guherîna civakî de hin pêşketin û guherîn nîşan dane.

Tê zanîn ku di civakên zanistî de rola civakbûyînê; medya ango amûrên girse yên ragihandinê girtine ser xwe. Di gelek civakên ku wek baviksalar tên nasîn de nirxên ji bo jinan careke din hatin dizaynkirin. Ligel mezinkirina zarokan jî divê jin hevjîneke baş be û ev sekna jinan jî wek pratîkekek wan a di nav jiyana rojane de cih digire.
Her wiha pozisyona jinan a di nav pêkhatiya civakî de li gor aliyê aborî, siyasî û civakî hatiye diyarkirin. Tevger û rolên wê yên di nav civakê de jî li gorî pergala baviksalariyê hatiye avakirin. Fatmagul Berktay vê rewşê wiha tîne ziman: “Serdestiya mêr a ku li ser xwezayê ferz kiriye, jinan jî xistiya nava sînorên xwe. Fikrê ku mêr bi hêza xwe ya bedenê bi aqiltir in û ji bo nebin serdest hatine afirandinê, nîşan dide ku ew zayendên yekane yên ji bo hêzê nîşan bidin. Lê jin ew kes in ku ji rasyonalîteyê dûr, bêewle û bêaqil in û ji statûya hebûnê hatine derxistin. Ev raman jî baweriyeke ku jin ji derveyî raya giştî hebûna xwe ava bike, çêkiriye.”

Dema em dêhna xwe didinê, di pêvajoya dîrokî de pozîsyona jinan li hemû cîhanê bi qada taybet ve hatiye girêdan. Ji bo derketina jinan a nav qada giştî têkoşîneke mezin a di warê aborî, civakî û çandî divê. Qebûlkirina nasnameya jinan bi hişmendiya hebûna jinan pêkan e û ev hişmendî jî hişmendiya ku di qada giştî de pêk tê.
Jin li civakên ku bi îdeolojiya baviksalariyê ya civaka kevneşopî de tenê bi qadên taybet dihatin sînordarkirin, lê bi avakirina civaka hemdemî re rol û rista wê hinekî diguhere. Roja me ya îro vê yekê nîşan dide ku jin her diçe li gelek qadên giştî cih digire.
Hêz û statûya ku jin hem di qada taybet û hem jî di qada giştî de bi dest dixe, nasnameya ku di van qadan de bi dest xistiye derdixe holê. Taybetmendiyên ku di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de ji jinan re tê dayîn, dûrî têkiliyên hêz û statuyê ne.

Di roja îro de jin herî zêdetir di cih û warê ku civakê teşwîqî xerckirinê dikin de dibin xwedî gotin. Bi gelemperî ji bo mêr hê zêdetir têkevin nav danûstandina hin amûran, wek rê û rêbaza herî hêsan jin di reklama van amûran de hatin bicihkirin. Moderniteya kapîtalîst hişmendiya ‘Jixwe balkêşiya jinan dikare hilber e yan nûçeyên herî asayî balkêş bike’ derdixe pêş. Ji ber vê hişmendiyê jî di amûrên girseyî yên ragihandinê de her ku çû jin bûn wek amûreke sereke.

Di rojname, TV, reklam, kovar û hemû amûrên medya û çapemeniyê de, êdî bi awayekê ku wek xwezayî be li ser bedena jinan reklam tên çêkirin. Di medyaya girseyî de bi taybetî di rojname û TV’yan de kirûya jinan bi têgehên wek zîna, namûs û yan jî di nav bûyerên hestiyar de cih digrin. Li ser rûpelên paşîn ên hin rojnameyan, wêneyên ku bedena jinan radixe ber çavan, di bin navê nûçeyên hunerî yan modayê de cih digirin. Pirî caran, di nûçeyên ji bo tenduristiyê de jî wêneyên ku tên bikarînin de bedena jinan radixe ber çavan. Di vê çerçoveyê de mirov dikare bibêje ku çapemeniya dîtbariyê ji bo hesabên xwe yên reytîngê û çapemeniya nivîskî jî ji bo hesabê tîrajê bedena jinan wek amûrê bikar tînin.
Hema bêjin di hemû bername, nûçeyên di rojname, TV û kovaran de naverokên têne amadekirinê ji bo ‘kevaniya malê’ hatin û tên amadekirin. Di bin vê hişmendiyê de jin tenê kevanî, dayik, xwişk û wek ‘jina mêrekî’ tê hesibandin. Bêguman ev aqilê heyî jî bi amûrên girseyî yên medyayê li her quncikeke civakê ev fikrê jinan tune dihesibîne, parve kir û hê jî dike.

Helbet ev rol û rista jinan a di medya û hemû amûrên çapemeniyê de ji hişmendiya mêrperest a moderniteya kapîtalist ne dûr e. Îro jî gelek welatên Ewropa û Amerîkayê heta Rojhilata Navîn û hwd rewşa hişmendiya heyî çibe bi heman rengî ev yek di aqilê gelek ajans, rojname, TV, kovar û hemû amûrên medyayê de jî yek e. Cot in û navika wan bi hev ve ye.

Bandora pêla feminist di salên 1960’î de li ser medya û çapemeniyê jî xuya dike. Bi taybetî jî pirtûka Betty Friedanê ya bi navê Tesewûfa Jinwarî (The Feminine Mystique) wek destpêka teoriya medyaya feminist tê pênasekirin. Ev pirtûk di sala 1963’yan de sîleyekê li kovarên popûler a jinan (ku rêveberî di destê mêran de bû) dixe.
Lê dîsa jî Betty Friedan wek Donna Allen bibandor nîne û pêşengiya Allen wek mîrate ji bo pêşerojê dimîne. Donna Allen aktîvîstek e û azadiya sivîl û aştiyê diparêze. Di sala 1972’yan de Enstîtuya Azadiya Çapemeniyê ya Jinan (WIFP) ava dike. Dozên li hemberî weşanên jinan hatine vekirin dişopîne, li ser zextên polîtîkayê disekine û hewldaneke zagonî dide û li gorî wan jî raporan amade dike.

Bêguman li rojavayê cîhanê ji bo avakirina teoriya medyaya feminist liv û tevgerên bi qiymet hebûn û li ser vê bingehê bi salane ku jin li dijî serdestiya mêran li ber xwe dan û hê jî didin. Destpêka dîroka rojnamegeriya kurd jî wek tê zanîn ku bi Rojnameya Kurdistanê destpê dike û bi Miqdad Mithat Bedirxan re li Kahireyê destpê dike.

Rojnameya Kurdistanê ku li sirgûnê destpê dike niha wek destpêka rojnamegeriya kurd tê pênasekirin û pîrozkirinê. 124 sal di ser avakirina rojnameya yekem a kurdan derbas bû lê em dikarin bêjin ku tenê ne wek teoriyeke feminist, ji ajans, nûçe û ragihandina ku zimanê zayendperestî îro aniye aste serkeftinê heta gelek beşên ragihandinê teori û pratika çapemeniya azad û jinên kurd bi her awayî vekiriye û pêşengtiyeke dîrokî ye.