21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di çalakiya Dayikên Şemiyê de gelek kes hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê wekî her heftiyê dema ku xwestin bimeşin Qada Galatasarayê, dîsa polîsên tirk pêşiya wan girt û gelek kes hatin destgîrkirin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 957’emîn de xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Polîsan tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî Dayikên/Mirovên Şemiyê asteng kirin û xistin dorpêçê. Çalakî bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beygolûyê hatin astengkirin. Tevî astengiya polîsan jî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin çalakiya heftane li dar bixin. Lê polîsan asteng kir û destûra çalakiyê neda.

Parlamenterê EMEP’ê yê Stenbolê Îskender Bayhan û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan piştgirî dan çalakiyê û tev li bûn.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî astengiyê da û got: “Biryara AYM’ê heye. Ev biryar ji bo me derbasdar e. Çimkî dadgeha herî bilind e. Ev qeymeqam ji AYM’ê ne mezintir e. Heke dewletek hiqûqê ve kes nikare vê çalakiya me asteng bike. Em dixwazin li gorî hiqûqê gav bên avêtin.”

Ji Dayikên Şemiyê, Hanîfe Yildiz a ku lawê wê Mûrat Yildzi di nezaretê de hatibû windakirin nerazîbûn nîşanî qedexe û astengiya polîsan da û wiha got: “Çawa dibe ku hûn wêneyê lawê min diqelêşin. Hûn mecbûr in hurmetê nîşanî heqê me bidin. Çawa dibe ku hûn qerenfîla destê min diavêjin erdê? Hûn mecbûr in hurmetê nîşanî dayikbûna min bidin. We lawê min winda kir, ez li heqê lawê xwe digerim. Hûn ji me çi dixwazin? Ez lawê xwe ku we ji min girtiye dixwazim. Hûn çi ji min dixwazin. Tenê ruhek min heye, tu dixwazî vî ruhê min jî bistîne.”

Rojnamevanên xwestin çalakiyê û astengiyê bişopînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û destûr nehat dayîn dîmen û wêneyan bigirin. Li Qada Galatasarayê kêliyek ji çûnehatê re hat girtin.

Polîsan piştî dorpêçê Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku hatin qadê destgîr kirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê jî di nav de gelek kes destgîr kirin û ew birin qereqolê.