spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Arslan: Ez ê her heqîqetê binivisînim

Rojnamevan Firat Can Arslan ku beriya çend rojan hat girtin, diyar kir ku di girtîgehê de ew tê tecrîdkirin û ev tişt got: “Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin girtîgehê.”

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan di 25’ê tîrmehê de bi angaşta “wezîfedarên dewletê-cemaweriyê kiriye hedef” hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ya Jimara Yekê. Firat Can Arslan, bi rêya parêzerên xwe ji saziya xwe MA’yê re peyamek şand. Arslan, da zanîn ku wî ewilî birine jimarên 1 û 2’yan ên Tîpa L’yê û ev rewş di navbera polîs û leşkeran de bûye kriz û piştre bi biryara dozgeriyê ew şandine Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ya Jimara Yekê.

Di peyama xwe de Arslan, ev tişt got: “Di parvekirina min a Twitterê de şîroveya şexsî nîne. Axir heta ku min û hevalên min din ên rojnamevan ku tweetê retwet kirine birin dozgeriyê jî min digot wê me berdin. Kêliya dozger daxwaza girtinê kir, min ferq kir ku ez li ser daxwaza dozger û dadger ên hevjînên hev ku min wan li ser twitterê parve kiriye têm girtin. Di dawiyê de jî wisa bû. Polîs û leşkeran li ser ragirtina min a li Girtîgeha Tîpa L’yê li hev nekirin. Rabûn hev û krîz derket. Min di wir de jî ferq kir ku girtina adeta bi awayek ‘torpîl’ pêk hatiye. Hindik mabû polîs û leşker li ser min li hev bixin. Ji bo ku ev krîz mezin nebe, li ser daxwaza dozger min şandin Tîpa F’yê. Niha min xistine hucreya yek kesî. Ev jî cezakirinek giran e. Min xistine nava şert û mercên tecrîdê.”

‘Ez ê her heqîqetê binivisînim’

Min heta niha bi kesî re têkilî daneniye.4 roj in tenê qenalek radyoyê ku bernameyên magazînê an jî yên olî diweşîne heye û hewl didim bi vî awayî ji derve agahdar bibim. Mixabin li vî welatî li ser navê rojnamevaniyê her tişt kirine sûc. Ez carek din li vir dibêjim wê nikaribin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Ez bi vê bîr û baweriyê heqîqetê binivisînim.”

NAVNÎŞANA NAMEYAN

Arslan, di peyama xwe de ji bo nameyan navnîşana xwe jî parve kiriye.

“Sincan 1 Nolu F Tipi Yüksek Güvenlikli Kapalı Ceza İnfaz Kurumu.  C-Blok-05-80.”