9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 ‘Divê dewlet guh bide xwesteka xizmên windayan’

Xizmên windayan û ÎHD’ya Amedê di çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” ya vê hefteyê de xwestin ku kujerên Cavît Ozalp bên darizandin

Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 755’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê lidar xistin. Di çalakiyê de pankartên ku wêneyên windakiriyan li ser in hate vekirin. Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Cavît Ozalpê ku di 24’ê Tebaxa 1995’an de li navçeya Bismil a Amedê hatibû kuştin, pirsîn. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHD’ê, malbatên windayan û endamên KESK’ê amade bûn. Di destpêka daxuyaniyê de sekretere şaxê ÎHD’a Amedê Yakup Guven axivî. Guven diyar kir ku dayik bi salane aqûbet û faîlên zarokên xwe dipirsin û divê dewlet guh bide xwesteka van dayikan.

Li hiqûqa xwe xwedî derkevin

Piştre Endamê Meclîsa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ê Yilmaz Guneş axivî û ev tişt got: “Ev 23’ê hefteye êrîşî dayikê şemiyê dikin û hewl didin ku çûna wan a qada Galatsarayê asteng bikin. Serokkomar li Qesra Dolmebaxçeyê Dayikên Şemiyê pêşwazî kir û li ser navê dewletê sozek da dayikan. Got ez ê hestiyê zarokên we bibînim. Lê tevî ku  10 sal di ser vê sozê de derbas bûn, dayika Berfo çû ser dilovaniya xwe lê desthilatdariya AKP-MHP faşîzmê li ser dayikan didomîne. Em vê zilmê qebûl nakin. Dadgeha Bilind ji bo Dayikên Şemiyê biryarek da. Li hiqûqa xwe xwedî derkevin. Li ser navê KESK’ê em van êrîşan şermezar dikin.”

‘Wî dibe qereqolê’

Daxûyaniya vê hefteyê ji aliyê Endama Lijneya Rêvebera Şaxê ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Jiyan Ormanli hat xwend. Parêzer Ormanli di despêka axaftina xwe de diyar kir ku Cahît Ozalp Li Amedê, di 24’ê tebaxa 1995’an de dema li ber dikana Akyil Otomotîvê rûniştîbûye, keseke sivîl nêzî wî dibe û nasnameya wî jê dixwaze û ev tişt got: “Ev kes piştî ku nasnameyê kontrol dike Cavît bincav dike û bi wesayîtekê dibe Qereqola Cendirmeyan a Bismilê. Li qereqolê gelek îşkence li Ozalp tê kirin. 3 roj beriya ku Ozalp bê binçavkirin kurê wî Hecî Ozalp jî li Stasyona Trenê ya Bismilê tê binçavkirin û wî dibin Qereqola Cendirmeyan a Bismilê. Dema bincavkirinê pirsa bavê wî jê dikin û ji Hecî dixwazin der barê bavê xwe de agahî bide. Ozalp dema ku di binçavan de ye kurê xwe Hecî dibîne û fêm dike ku kurê wî 3 roj berê hatiye binçavkirin. Hacî Ozalp di 26’ê tebaxa 1995’an de tê berdan.”

DMME Tirkiyeyê mehkûm kir

Ormanli anî ziman ku di heman rojê de cendirme cenazeyê Ozalp dikin du telîsan û radestî keyayê gundê Kamberliyê dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Leşker ji keya re dibêjin ku Cavît dema cih nîşanî wan daye pêl mayînê kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Li gorî gotinên gundiyan ji xeynî pîyekî tu endamên cenaze nemabûne. Hemû endamên cenaze hatibûne parçekirin. Malbata Cavît dibêje ku berî bûyerê 3 mehan qereqola Cendirmeyan a Bismilê Cavît vedixwîne qereqolê û teklîfa sîxurtiyê lê dike û Cavît teklife red dike. Malbata OZALP, piştî bûyerê serî li hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî didin. Ji ber ku encamek nagire, malbat serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dide. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ji ber ku “mafê jiyanê” hatiye binpêkirin Tirkiyeyê mehkûm dike.”