13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dema civînên bi gel re hat dirêjkirin

Li ser daxwaza gel HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dema civînên xwe yên bi gel re heta 30’ê tîrmehê dirêj kirin.

Piştî hilbijartinên 14-28’ê Gulanê HDP’ê û Partiya Çepên Kesk biryara lidarxistina civînan dabûn. Her du partiya destpêkê weke qonaxa yekemîn civînên navxweyî yên navendî li dar xistin. Dûre jî civînên bi gel re li dar xistin. Li gorî plansaziya ku kiribûn diviya civînên bi gel re di 25’ê tîrmehê de bi dawî bûn û dest bi raporkirina civînan kiribûn.

Li ser daxwaz gel her du partiyan biryar da ku civînên xwe yên bi gel re heta 30’ê tîrmehê dirêj bikin.

Civînên her du partiyan ên bi gel re di 10’ê tîrmehê de dest pê kiribûn.

Encamên ku ji van civînan derkevin wê di kongreya xwe ya giştî de ku tê payîn di meha îlonê de li dar bixin nîqaş bikin û li gorî rexne û pêşniyarên li wan hatine kirin hin biryarên nû bigirin.