28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Raziye Soner binpêkirinên li girtîgeha Tarsûsê vegotin

Raziye Soner behsa binpêkirinên li girtîgeha jinan a Tarsûsê ya 9 rojan lê girtî mabû kir û anî ziman ku lêgerîna tazî û “qawişa serbixwe” lê hatiye ferzkirin û di hucreya yek kesî de hatiye ragirtin

Dadgeha herêmî cezayê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” li Raziye Soner a 57 salî ku li Mêrsînê dijî hate birîn, taloq kir. Soner a bi îdiaya taloqkirina cezayî îhlal kiriye di 17’ê tîrmehê de hate binçavkirin bi heman hincetê ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Tarsûsê. Soner di encama îtîraza bi rêya parêzerê xwe ya li dadgeha jortir di 25’ê tîrmehê de hate berdan.

Ferzkirina lêgerîna tazî

Soner, di pêvajoya girtinê ya 9 rojan de binpêkirinên mafan ên qewimîn vegotin. Soner, diyar kir ku di ketina Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tevî îtîrazan jî rastî rastî ferzkirina lêgerîna tazî hat û anî ziman ku piştî lêgerînê ew xistine hucreya yek kesî. Soner di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di hucreyê de tenê nivîn hebû, çarşef û balif nedan min. Dema min ji wan re got ez nexweşa şekir û tansiyonê me divê ez avê vexwim, ji min re gotin ji lavaboyê vexwe. Pişt re xwarina bê kevçî anîn.”

Zexta psîkolojîk

Soner, da zanîn ku gardiyanan “derbasbûna qawişa serbixwe” lê ferzkirine û zexta psîkolojîk lê kirine û wiha got: “Piştî ez ji hucreya yek kesî derxistim birin qawişa C7’ê. Hevalên li wir diman gotin xwarinên wan nebaş in û xwarinên kufikî didin wan. Hevalên ku nexweş in encax piştî 2 hefteyan dibin revîrê, axaftina bi telefonê ya girtiyên siyasî piştî 5 deqîqeyan tê birîn. Girtiyên jin ên li qawişa C7’ê diman anîn ziman ku şertên girtîgehê xerab in û xwestin ev mijar bibe rojev.”