13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Edîp Solmaz û strana ‘Batman e Batman e’

Nûran Atli

“Lêgerîna li ber siya dara hêviyê pêşketî”

Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz, ev hevoka li jor ji bo hilbijartinê ji xwe re weke dûrişme diyar kiribû. Logo ango sembola ku Solmaz ji bo helbijartinê ji xwe re diyar kiribû jî darek bû. Lê ev dar hatibû qedexekirin. Her çiqas dara Solmaz wê demê hatibe qedexekirin jî îro ev dara hêvîyê weke logoya HDP tê bikaranîn.

Solmaz ji bo muzîka hilbijartinê jî strana “Batman e Batman e” ji xwe re hilbijartibû.

“Batman e Batman e

Lê bilê gulê

Lê bilê gulê

Lê bilê gulê

Batmana kurdan e

Çav belekê

Dev çûçekê

Dest biçûkê

Eyngewerê canê”

Mitînga Solmaz a hilbijartinê jî hatibû qedaxekirin.

Ev stran straneke pir kevn e û ne diyar e kê nivîsandiye; gelêrî ye. Bi demê re polîtîk bûye û li gorî roja îro dewlemandiya dewetên kurdan û bedewiya Kurdistanê ye. Her wiha bi demê re weke li jêr gelek gotin lê hatne zêdekirin.

“Batmana mêran e

Lê bilê gulê

Lê bilê gulê

Lê bilê gulê

Hemû wek şêran e

Sîng sedefê

Çav belekê

Dev çûçekê

Dest biçûkê

Eyngewerê canê

Gula Kurdistan e

Lê bilê gulê

Lê bilê gulê

Lê bilê gulê

Gula Kurdistan e”

Ev stran her tim min dibe zarokatiya min. 10 sal piştî 12’ê Îlonê bû; li kuçe û kolanên Şemrexê yan jî Mazidaxê me ev stran digotin. Jixwe dema min şoreşê nas kir difkirîm ku ev strana gelerî ji bo Edip Solmaz hatiye nîvisandin. Ez bawerim îro jî gelek kes weke min difikirin.

Edîp Solmaz kî ye?

Li Êlihê ji dayik bûye û ji êşîra Xerzan e. Weke efser leşkeriya artêşa tirk kiriye. Dema kû efserê artêşa tirk bûye, li navçeya Licê ya Amedê erdhej çêbûye û çûye herêma erdhejê. Li herêma erdhejê leşkerên tirk heqaret li miriyan dikin û ev zora Edîp Solmaz diçe û ji artêşa tirk vediqete.

Piştre Faqulteya Hiqûqê qezenc dike, lê belê dema wî ji bo xwendînê nîne. Tev li Tevgera Siyasi ya Kurd dibe. Di sala 1979’an de (nêzî 44 sal berê) li ser navê Tevgera Azadiyê dibe şaredaê Êlihê. Dema ku dibe şaredar 27 salî ye. Bi dengekî zêde bi ser dikeve.

Di 19’ê mijdara 1979’an de dema ku şaredar e tê kuştin. Tenê 28 roj şaredarî kir.

Weke mîna stêrkek şewqa çirûskê xwe li ezman dibiriqîne, lê hêdî hêdî dixurice û ji kolanên Êlihê winda dibe. Ji mirovan re dibe weke çemek û diherike.

Ana wêneyekî wî di destê min de heye. Ev wêneyê wî herkes dizane. Xortekî ciwan, bejin zirav, nêrîneke fediyok û jixwe bawer.

Ev wêne her li ber çavê min e û strana “Sing sedefê dev çûçekê, dest biçûkê, eyngewerê canê” di guhê min de ye. Her min digot ji bo ev stran ji bo Edîp Solmaz hatiye nivisandan.

Li gorî min şaredariya Edîp Solmaz yekemîn hevdîtina devlata tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurd e ya li herêmê ye. Jixwe Edîp Solmaz yekemîn şaredar e ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin. Balkêş e 44 sal piştî Edîp Solmaz îro dîsa şaredarî tayînî ser şaredariyên kurdan kirine.

“Hemû wek şêran e

Sîng sedefê

Çav belekê

Dev çûçekê

Dest biçûkê

Eyngewerê canê”

Ji ber neftê (petrol) îro Êlih bûye parêzgeh. Ji aliyekê ve jî bûye warê feqîr û xizanan. Êlih ji koçberên kurdistanî, karker û kedkaran re bûye derî. Ji ber vê taybetmendiya wê îro ev gotin li strana “Batman Batman e” hatin zêdekirin;

“Petrol e petrol e

Lê bilê gulê

Lê bilê gulê

Lê bilê gulê

Petrol e petrol e

Sîng sedefê

Çav belekê

Dev çûçekê

Dest biçûkê

Eyngewerê canê”

Dewlemendiya Kurdistanê ji kurdan nebû yar. Mînakeka vê jî Peymana Sedsalî ye Lozanê ye; ji bo ku kurd nebin xwedî statu Misûlê dan Îngilîzan.

Di vê salvegera sedsala Lozanê û nîv sedsala (47) Tevgera Siyasi Kurdan de Edîp Solmaz bi bîr tînim.

Ji bo Rojnameya Xwebûnê ev nivîsa min a yekemîn e. Ez jî weke şaredar li navçeya Şemrêxê ya Mêrdînê hatim hilbijartin. Dema ku bûm şaredar 26 Salîi bûm. Dema ku bûm şaredar min xwe di bin sîya dara pêşketî û logaya hilbijartinê ya Edîp Solmaz de deyndar dît.

Hêvî dikim ku ev strana gelêrî ku veguherîbû straneke şoreşgerî û polîtîk di demeke nêz de xwe veguherîne Kurdistaneke azad û serbixwe.

Batman e Batman e gula Kurdistan e…