4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Akbelenê leşkeran êrîş kir û gelek kes girtin binçavan

Îro serê sibehê xelkê Akbelenê li dijî birîna daran , rêya Mîlas-Oren rêya qereqolê girtin. Leşkeran bi gaza îsotê û ava şid êrîşî çalakvanan kir û 18 kes binçavkirin

Li gundê Akbelenê yê bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve tê xwestin ku li qada daristanê kana komirê bê çêkirin. Xelkên herêmê jî xwedî li xwezaya xwe derdikevin û li dijî birîna daran li ber xwe dide

Ji bo vekirina kana komirê dar tên birîn. Birîna daran di roja 6’emîn de dewam dike. Li dijî birîna daran berxwedana xelkê herêmê û piştevanên wan didome. Êrîşên leşkeran ên li ser welatiyan jî zêde dibin.

Çalakiya rêgirtinê

Serê sibehê komek ji 50 kesan pêk tê li dijî birîna daran li ser rêya Mîlas-Oren rêya qereqolê girtin. Leşkeran bi ava şid û gaza îsotê êrişî welatiyan kir. Di encama êrişa leşkeran de 18 kes hatin binçavkirin.

Navê binçavkiriyan wiha ne: Denîz Gumuşel, Şengul Yuksel, Songul Fular Erdem, Nîlay Ormanlo Bagpinar, Harûn Cîcî, Denîz Mensa Ergenç, Îlayda Kekec Ilgaz, Pelîn Nacîn, Levent Buyuk, Kemal Ozberksoy, Alper Turaç, Esra Balbar, Kerem Gundogdu, Orhun Ercinoglû, Ahmet Atay, ÎsmaÎl Hakki Atal, Aslihan kahraman, Leyla Bîlgen.

Binçavkiriyan birin Fermandariya Leşkeriyê ya Mîlasê. Piştî êrişê leşkeran wesayîtên jammer ku sînyalê dibirin anîn cihê çalakiy. Ji ber vê yekê telefonên gundiyan dernakevin.