17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di çalakiyê de banga Nobeda Edaletê kirin

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 47’an de didome. Dayikan di çalakiyê de banga tevlêbûnê kirin.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED) ve bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li gelek bajaran hatiye destpêkirin li Amedê li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêzanê bi biryardarî didome.

Li salona ku çalakî lê didome, pankartên “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan”, “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakê em bibin dengê civakê” daliqandine.

Reşahat Ada li nobedê axivî û got: “47 roj in em li Nobeda Edaletê ne. Ev çalakî çalakiyeke pîroz e. Hemû jin û dayik, werin bi me re nobedê bigirin. Bila cenazeyên zarokên me ji girtîgehê dernekevin. Heta ku ev tecrîd li zindanan û gel neyê şikandin em ê nobeda xwe bidomînin. Ez bang li Serokomar û Wezîrê Dadê dikim; Êdî bes e, bila edalet were girtîgehan. Heta edalet ji girtîgehan û birêz Ocalan nê em ê nobeda xwe bidomînin. Zarokên me di rêyeke pîroz de ne. Zarokên me ji bo ax û nasnameya xwe şer kirin. Dizî nekirin. “Divê di zûtirîn dem de gavan bavêjin da ku em neçin cenazeyên zarokên xwe derxin.”

Halîme Topuz jî bang li rayedarên dewletê, wezîrê dadê û saziyan kir û got, “Divê demildest herin bi Rêberê Gelê kurd re hevdîtinê bikin. Bila zarokên me ji vê zilmê rizgar bibin. Divê ev tecrîda li ser hemû gelan bê rakirin. Daxwazek min ji dayikan heye: Werin piştgirî bidin vê nobeda edaletê . Mafê me û zarokên me hene.”

Herî dawî Kudret Aslan axivî û got, “Ez silavên xwe ji vir heta  Îmraliyê ji serok re dişînim. Ji bo vê çalakiyê divê hemû dayik piştgiriyê bidin me. Ez bang li hemû dayikan dku zarokên wan di girtîgehê de bin û nebin dikim, her yek li gorî derfetên xwe çend rojan piştgiriyê bidin vê çalakiyê. “Divê ev grevên birçîbûnê bi dawî bibin, ti cenaze ji girtîgehê dernekevin.”

Ji bo piştgiriyê di nava rojê, nûnerên Dayîkên Aştiyê û gelek welatî serdana çalakgeran kirin. Di serdana çalakiyê de stranên dengbêjî û şoreşerî gotin. Kesên ji bo serdanê hatin çalakiya dayikan pîroz kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedane zîndanan”, “Jin jiyan azadî” berzkirin.