7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê aqûbeta Canan pirsîn

Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mukurhatina sûc e  Dayikên Şemiyê di hefteya 982’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Vê hefteyê kujerên Abdullah Canan ê bi îşkenceyê hat qetilkirin pirsîn.

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku daxuyaniya Seroka  Partiya ÎYÎ Meral Akşener a cînayetên siyasî bi merdî’ hatine kirin, mikurhatina sûc nîşan dide.

Dayik/Mirovên Şemiyê û xizmên kesên di bin çavan de hatine windakirin, bi boneya aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin, di hefteya 982’an de dîsa li Qada Galatasarayê hatin cem hev û aqûbeta windayan pirsîn. Dîsa xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li qadê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên windayan wekî her hefteyê dîsa qurnefil û wêneyên xizmên xwe yên winda xistin destê xwe û li Qada Galatasarayê civîyan. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Abdullah Canan ê di 17’ê Çileya 1996’an de leşkeran maşîna wî li ser rêya Gever û Wanê rawestand û binçavkirin û winda kirin pirsîn.

Akşener li sûcê xwe mihur hat

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, ewil axivî û bal kişand ser gotinên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî Meral Akşener ku li Sîwasê gotibû ‘Cînayetên siyasî bi awayekî mêrdane’ hatine kirin û got ““Meral Akşener, ji bo kesên ku di salên 90’î de cînayet pêk anîn wekî kesên merd pênase kir. Em van gotinên Akşener wekî mukurhatina sûc pênase dikin. Akşener kesên ku ev cînayet pêk anîne wekî kesên wêrek û merd pênase dike. Pesnê kujeran dide. Van kuştinan rewa dike. Eger îro bi mêranî ev kes kuştibin, çima îro wan dernaxin pêşberî dadgehê.”

Di bin çavan de bi îşkenceyê kuştin

Yolerî anî ziman ku vê hefteyê ji bo aqûbeta Abdullah Canan ê 43 salî biyirsin kom bûn û wiha got: “Canan ê li Geverê hat windakirin karsaz bû. Di 17’ê Çileya 1996’an de dema ji Geverê diçû Wanê leşkeran maşîna wî rawestand û ew binçav kirin. Bi maşîneyek leşkerî birin Tabûra Kobandoyên Çiyê yên Geverê. Malbata Canan serî li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî dan. Lê leşkeran înkar kirin ku anîn ziman ku wan Canan binçav nekirine. Di 21’ê Sibata 1996’an de cenazeyê Abdullah Canan ê ku îşkence lê ha tibû kirin hat dîtin.

Malbatê serî li hemû rayedaran dan

Yollerî anî ziman ku malbata Canan serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dan û wiha got: “Malbatê gotin berpirsê kuştina Canan, Fermandarê Tabûra Komantoyê Çiyê ya Geverê Serbaz Mehmet Emin Yurdakul e û serlêdana sûc kirin. Îtîrafkar Kahraman Bilgiç, li dozgeriyê îfade da û got ‘Abdullah Canan li tabûrê îşkence lê hat kirin. Fermandarê Bolukê Serbaz Nihat Yîgitler, bi fermana Fermandarê Taburê Yurdakul bi çekê Canan kuşt. Albay Kamber Ogur, serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da û hat binçavkirin. Wê demê Abdullah Canan ji biryargeha tabûrê birin revîrê. Der barê Kahraman Bilgiç, Mehmet Emin Yurdakul, Nihat Yiğiter û Tegmen Bulent Yetut de li Dozgeriya DGM’ê ya Amedê doz hat vekirin. Ev kesana bi kuştina Abdullah Canan hatin tawanbarkirin.

Bersûc serbest in

Yolerî, di dewana axaftina xwe de anî ziman ku di 12’ê mijdara 1999’an de heyeta dadgehê der barê bersûcan de biryara beraetê da û wiha pêde çû: “Di 2’ê Nîsana 2001’an de jî Daîreya Ceza ya 17emîn a Dadgeha Bilind biryara beraetê erê kir. Piştî vê yekê malbata Canan di 1’ê Kanûna 1997’an de serî li DMME’yê da. DMME’ê diyar kir ku dadgeha me îspat kiriye ku Abdullah Canan di bin çavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin. Di 28’emin salvegera binçavkirinê de em dubare bibîr tînin. di belgeyên dozgerî dadgeh û meclisê de her tişt qeydkirî ye. Kesên Abdullah Canan binçav kirin û di bin çavan de qetil kirin, navê wan heye. Divê dewlet windakirina Abdullah Canan a di bin çavan de qebûl bike. Divê bersûcan ji nûve darizîne û wan ceza bike. Piştre kurê Abdullah Canan Vahap Canan, bal kişand ser gotina Meral Akşener û wiha got: “Em û kesên li pişt me bên, em ê tu carî dest ji vê lêgerînê bernedin. Em ronahiya findê ne û pêşeroja vî welatî ne.”

Çalakiyê bi danîna qurnefilan a qada Galatasarayê bi dawî bû.