6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîra 80 salî tevî nexweşiyên xwe nayê berdan

Pîra 80 salî Hanîfe Arslan ku nikare bimeşe û divê bilezgînî emeliyat bibe, tevî hemû nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatice Onaran got “Ji bo wê berdin, ji wê dixwazin ku poşman bibe.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya 617’emîn a “Rûniştina F’yê” ku her hefte li dar dixin, li ber avahiya şaxa xwe pêk anîn. Endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweşa giran Hanîfe Arslan a 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin.  Çalakgeran pankartên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Bila girtiya nexweş Hanîfe Arslan were berdan” hate vekirin de her tim dirûşmeyên bila “Hanîfe Arslan were berdan” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek aktîvîstên mafên mirovan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran ve hate xwendin.  Onaran, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin li pêşiya başbûna girtiyên nexweş asteng in û rewşa Arslanê parve kir. Onaran, da zanîn ku nexweşiyên Arslan ên weke KOAH, diyabet, mîde, dil, tansiyon û gihan rêz kirin û diyar kir ku Arslan pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî.

Onaran, agahiyên ku ji keça wê girtine parve kirin û got: “Arslan li tuwaleta qawişa ku ne li gorî astengdaran e ket û diranên wê şikestin. Rêveberiya ku ev rewş paşguh dikir, piştî ku bû rojev, li tuwalete klozet bi cih kirin û Arslan birin nexweşxaneyê. Tevî klozet heye jî Arslan a ji ber êşên xwe yên zêde zehmetiyê dikişîne ku biçe tuwaletê, ji bo ku neçe tuwaletê xwarinê naxwe. Arslan a dikare bi kursiya biteker were hevdîtinê, ji ber êşên wê zêde bûn duşema borî rakirin nexweşxaneyê lê tevî ku bi zehmetî dikar bimeşe jî daxwaza wê ya kursiya biteker nehate qebûlkirin.

Onaran, têkildarî rewşa tenduristiya Arslanê de ev agahî parve kirin: “Bijîşk jê re gotiye emeliyata ku diviya beriya 5 salan bibûya demildest bibe. Ji ber Arslan di girtîgehê de ye, gotiye ‘ez naxwazim ji kesê re bibim bar, ji ber wê yekê nikarim emeliyat bibim’. Keça Arslanê jî got ku ‘Poşmantî li dayika min tê ferzkirin, ji bo ku qebûl nake jî nayê berdan’.” Onaran, diyar kir ku ji bo Arslan nikare li girtîgehê were dermankirin emeliyat nabe û anî ziman ku ji bo ji ber nexweşiya xwe were berdan jî poşmantî lê tê ferzkirin. Onaran, bang kir ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yê Arslan were parastin divê were berdan.

Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin

Şaxa Komelaya Mafên Mirovan a Îzmîrê di çarçoveya 283’yemîn çalakiya xwe de ya ji bo balê dikişine ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Sumerbank a Konakê, daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe şirîkê sûc, dimirin” hate vekirin. ÎHD’ê di daxuyaniyê de balê kişand ser rewşa girtî Mehmet Badûr ê di Girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê de tê ragirtin.

Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek xwend.  Di daxuyaniyê de Zilan Gumuş ewilî bal kişand grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de tên lidarxistin. Di berdewama axaftina xwe de Gumuş ser rewşa girtî Mahmût Badûr ê di sala 1965’an de li gundê Tinate yê navçeya Midyada Merdînê hatiye dinê û 31 sal e tê ragirtin, sekini. Gumuş da zanîn ku Badûr 59 salî ye û derbarê nexweşiyên Badûr de ev tişt gotin: “Di dawiya sala 1992’an de tê girtin. 31 sal in di girtîgehê de ye. Bi cezayê muebbetê tê mehkûmkirin. Piştî ku li gelek girtîgehan ma, niha li Girtîgaha Tîpa T ya Odemişê tê girtin. Di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire. Badûr ev demeke dirêj e nexweşiya dil pê re heye. Du caran krîza dil derbas kiriye, anjîyo bûye û di dilê wî de stent heye. Yek ji gurçikên wî jê kirine û ji ber vê yekê divê bi berdewamî were kontrolkirin. Li gorî agahiyên ku me ji malbata wî girtine, di çokên wî de şilek winda bûye. Bi ser de jî av ji çokên wî derxistin, ji ber ku av kom kiribûn û werimîbûn. Ger hûn bala xwe bidinê, Badûr di girtîgehê de gelek nêxweşiyan girt û nexweşiyên wî yên berê jî giran bûn. Heya ku bi vî awayî berdewam bike e neyînî zêde bibin û ev rewş bigihîje xalek ku veger nabe.”

Tevî hemû nexweşiyên wî û temenê wî yê mezin, Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK) berdana wî bi awayekî keyfî 6 mehan paşxist. Ev lijne û rayedar dê ji her neyînîyên ku çêbibin berpirsiyar bin. Wek parêzvanên mafên mirovan, nêzîkatiya rayedar û berpirsyaran a li hemberî girtiyên nexweş û Mahmut Badûr em ê ji nêz ve bişopînin. Ji girtiyên nexweş re azadî. Ji Mahmud Badur re azadî.”