27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rê jiyanê watedar dike

Rê, rê li ber şaristanî û nûjiyanê vedikin; mirovahî, zanistî dewlemend dibin, şaristanî avadibin û mirovahî pêşdikevin. Hilbet hebûna mirov a xwedî dil, mejî, wekhevî û azadiyê jî. 

Gelo çi jiyanê geş û watedar dike, yan jî bingeha şaristaniyê çi ye ku mirov ji hovîtiyê bi dûr dixe û ber bi mirovbûnê dibe?!

Dema ku mirov jiyanê dinirxîne, divê serî li civak û dîrokê bide. Dîrok jî girêdayî demê ye. Îca dem li gorî şert û mercan civakê pênase dike û dixemilîne. Her civak li gorî dema xwe û li gorî derfetên heyî xwe pêk tîne û di pêvjoya dirêj a badînî de xwe heyî dike. Yanî zeman dibe afirîner. Bêheq demekê civaka dê û bav û pîrkalên me zeman wek Xweda nedîtine! Yanî hebûna mirov li ser civakê-civakî didome, civak jî bi kom, eşîr, gel gund û bajar şên dibe. Helbet geşî û watebûna jiyanê li gorî têgihîştina mirov û jêfehmkirina jiyanê ye, di domdariya zemên de. Her mirov, kom, gel li gorî hebûn, cîwar û çanda xwe di domdariya zemên de,  jiyana xwe bi wate dike.

Lê ya ku dibe sedem, pêşveçûn û paşveçûna civakê ya ku ji jiyanê geş û xweş dike bi ya min wek sedemeke bingehîn; rê ye! Helbet rê jî li gorî nirx û hebûna cîwar, erdnîgarî, gund û bijartina hêla xwe, berê xwe diafirîne, çê dike, li gorî hebûna cîwar berê xwe didiyê. Sermeselê av li ku hebe bêhtir berê rêyan li wir e, li avê ye.

Dîsa li gorî hewcetiyên civakan mînak, genim, ceh, mehden, cilûberg, xwarin, çek, bazar, teknîk, pêşveçûnî û hwd. li ku hebin berê mirovan li wir e. Karwan wisa afirîn, dîsa ciyên çarerê, çepûrasta, çapraza rêyên karwanan warên berkarwan, yanê warên ku berê karwanan li wan bûn, bûn warê geş. Pêşî gund, paşê bajar wisa afirîn, ji gundan cuda bûn.

Lewra dîrok qala gundewarî, bajar û herwiha qala rêyan dike; Qotê Berçem, Çemê Halan, Til Xelef, Xerabreşk, Girê Qerexan… Ur, Uruk, Babîl, Nînowa, Weşûkanî, Bexda, Şam, Heleb, Amed, Beyrûd, Qahîre, Roma, Stenbol… Parîs, London, Newyork, Moskowa… Lîste dirêj e û rêyên bi navûdeng; Rêya Hevrêşim, Rêya Baharatê… Rêyên Okyanûsan… Ku rêya Suweşê (Ciha Suweyşê) hat gitin, berê rêyan ket Okyanûsn û keşfa Emerîka…

Her wiha berê rêyan her tim li van navendan û navendên wihan in û rê afirînêr in; di bin sedema keşfan û jiyanê nû dikin. Hilbet geş î watedayin î ji vira dîzê… Şaristanî wiha şên û şênber dibe; li ser xisûsiyetên bingehîn ên mirovahiyê.

Lê xerabî jî vala nasekine û li van navendan tora xwe dirêse! Ev jî aliyekî din ê jiyanê ye.

Îca berê lêgerînên heqîqetê, yên rasatiye her li xwezayê ye, ev jî rastiyek bingehîn; avakarê van jî rê ye, belkî rê xwezayê wisa dike jîngeh ku mirov jixwe parçeyek, zêdebarek jê ye.

Rê, rê li ber şaristanî û nûjiyanê vedikin; mirovahî, zanistî dewlemend dibin, şaristanî avadibin û mirovahî pêşdikevin. Hilbet hebûna mirov a xwedî dil, mejî, wekhevî û azadiyê jî.  Xweza bi rêyan dikemile lê diherife jî, wek hebûn û jiyana dualî, piralî…

Belê rê şaristanî ye!

Îca rê bi tenê ne şênber û erdnîgarî ne.

Rêyên bejayî, rêyên avî, rêyê hewayî û êdî rêyên fezayî, rêyên fezayê…

“Bêheq nayê gotin; em ê rêyekê bibînin, nebû em ê rêyekê vekin!”

Rêya aqilî, raman û dil jî heye.

Rêyên dil; evîn, hezkirin û hebûna azadiyê ye.

Rêyên ramanî henin û belkî bingeha jiyanê ne ku ji şênberiya jiyanê reh digirin; şên û geş dibin. Raman, dahurînîn, aqil ku bi dil re dibin yek; jiyan geş û xweş dibe, rohnî dibe li ser inyada bê-rê-tî û tarîtiya ku wek mirovahî niha em di nîv tariyê de ne. Lê tîrêjên rohnayiyê ji xaka qedîm, ji Kurdistanê serî dide, li hember bê-rê-tî, li hemberî bêrêtiyan, rêya nû ronayî şewq dide jiyan, hebûn û cîhanê. Gerdûnê hembêz dike!

Ma ne Rêya Heq wek baweriyek bingehîn ya evîn, heqîqet û rohnayiyê li vê xakê afirîbû û bûbû diyariya mirovahiyê; ligel her wehşet, zilm û zordariyê…

Dê mirovahî, şaristanî vê rêya nû wek diyarî bipejirîne ku demokratiya gel a rast va li vê axê pêk te . Û em rojên dîrokî dijîn di 13/14 Rêbendan 2024’an de…

Bila ev helbest diyarî rêya-heq, rêya heqîqetê be!

Ka em binerin

Hat gulê lê bireşîne

Wek ku reşandibe amade

Wisa bênefes

Ka êzingan binijnînin

Bişewtînin bedenê

Ev kûreya êtûnê…

Evîndarî wisa ye

Jiyan bixwe bela ye

Ger ne ji fesadan bûna

Diçêriya gur û mîh

De destê te ji te re

Min nehişt û çû…

Kûreya tev agir

Ser jî berfa cemidî

Evîn ev e delalê

Welatê bav û kalan

Bi Egîdan bû yaran

Bû axîna dilê min

Û va ji kîsê min çû…

Ger tu derdê belayî

Li newalan razayî

Agir dabe dilê te

Ka binerin l’halê te

Şewata dil l’alîkî

Xayîntî her bela ye

Bêje qedawbelayê…

Ku dil xayîn be cano

Ziman yek be çi fêde

Ax me nasitrîne canê

Derewbiratî çi ked e

Va dibêjim halê xwe

Jiyan kul û bela ye…

Bela feraca xêrê..!