30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihemed: Çavkaniyên jiyanê dikin hedef

Endama Kordînasiyona Kongra Star Remziye Mihemed, diyar kir ku dewleta tirk bi piştgiriya hêzên navdewletî çavkaniyên jiyanê dike hedef û dixwaze gel koçber bike û got: “Li dijî pergala Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser êrîşan pêk tînin. Divê gel bi yekîtiya xwe li dijî van êrîşan helwestek xurt nîşan bidin.

Di 12’ê çile de gelek leşkerên tirk li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin. Di heman şevê de dewleta tirk bi gelek balafirên şer û SÎHA’yan li Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê êrîşî çavkaniyên jiyanê yên wekî bîrên avê, bîrên petrolê, santralên elektrîk/ceyranê, aş, firinên nan û embarên genim kir.  Bi hezaran gund bê ceyran man. Gelek zerara maddî pêk hat. Endama Kordînasiyona Kongra Star Remziye Mihemed têkildarî armanca êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir.

Embarên genim, aş û firin kirin hedef

Endama Kordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed anî ziman ku êrîşên dewleta tirk bi taybetî yên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne cara yekemîn e û wiha got: “Bi salan e van êrîşan berdewam dikin. Bi salan e şer û siyaseta qirêj li ser gelê me dimeşînin. 6 sal in Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine. Di van salên dagirkeriyê de kiryarên li ser herêmê meşandine hed û hesabê wê tune.  Bi çekên NATO êrîşên hovane dimeşînin. Li ruxmê van êrîşên hovane dîsa nikarîbû vîna gel bişkîne û koçberiyê pêş bixe. Di êrîşên dawî bi taybetî di êrîşên sala nû de, li ser binesaziyên herêmê dimeşîne, çavkaniyên jiyanê dikin hedef. Bîrên avê, embarên genim, bîrên petrolê, santralên ceyranê ku çavkaniya jiyanê ne kirin hedef. Ev çavkaniyên jiyanê ku DAIŞ’ê talan û wêran kiribû, gelê herêmê û Rêveberiya Xweser bi derfetên herî kêm ji nû ve saz kiribûn. Rêveberiya Xweser bi qasî pêdiviyên gel çavkaniyên ceyranê û avê afirandibû.”

Avê qut dikin

Remziye Mihemed da zanîn ku dewleta tirk li aliyekî ava Çemê Firatê qut dike, li aliyekî êrîşî binesaziya herêmê dike û wiha axivî: “Bi van êrîşan armanc dike ku gel ji nûve koçber bibe. Dixwazin gel herêmê vala bike û koçî welatên derve bibe. Dixwaze gel birçî bihêle û di milê aborî de armanc dike ku gel nikaribe debara xwe bike. Dîsa bi van êrîşan dixwaze di nava gel û rêveberiya xweser de nakokiyan ava bike. Dema di xizmetê û debarê de kêmasî derkevin dixwaze nakokiyan pêş bixe û gel û rêveberiyê bîne beramberî hev. Gelek armancên van êrîşan hene.”

Li aliyekî Xezayê hembêz dike, li aliyê din êrîşî Rojava dike

Endama Kongreya Stra Remziye Mihemed, têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filîstinê dimeşêne û helwesta hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî êrîşan jî nirxand û wiha berdewam kir: “Îsraîl li dijî gelê Filîstin ê berxwedêr şerekî dimeşîne. Li hemberî van êrîşan Erdogan baskê xwe vedike û xuretiyê dike. Qaşo li dijî êrîşên li ser gelê Xezayê nerazîbûna xwe nîşan dide. Lê li aliyê din êrîşek hovane li ser gelê Rojava dimeşîne.  Di van êrîşan de zarok, ciwan, kal, pîr, gelê sivîl dibin hedefa êrîşên bombeyan. Di van êrîşan de bi hovane mirov tên qetilkirin. Komkujî çêdibin. Li Til Rifatê dema zarok ji dibistanê vedigerin rastî êrîşan tên. Li Cizîrê, mirovên li nexweşxaneyan rastî êrîşan tên. Li Qamişloyê sivîl li weşanxaneyan tên qetilkirin. Bi van êrîşan nakokiyên wan ên li dijî şer û rûyê wan ê rast derdikeve holê. Ev nîşan dide ku gelê ji bo hebûn û nasnameya xwe li berxwe dide dibe hedefa êrîşan. Gelê ji bo parastina vîna xwe têdikoşe dibe hedefa êrîşan. Ev şerekî li hemberî pergala ku li Rojava hatiye avakirin tê meşandin. Bi vî şerî nîşan didin ku Rêveberiya Demokratîk û xweseriyê naxwazin. Naxwazin gel xwe bi xwe bi rêve bibe. Bi van êrîşan pergala Netew Dewletê li ser gel ferz dikin. Dixwazin li hemû welatên Rojhilata Navîn pergala yek al, yek netew, yek ziman bimeşînin. Naxwazin ev modela rêveberiya xweser û demokratîk bandorê li gelê Tirkiyeyê bike. Di van êrîşan de gelek rûyên veşarî yên hikûmeta AKP û MHP’ê diyar dibin. Gotin û emelê wan li dijî hev in. Rastiya ruyê wan ê faşist derdikeve holê. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev polîtîka û rûyê dewleta tirk nas kiriye. Ev êrîşên qirkirina gelan û li dijî vîna gelan e.”

Axa Sûriyeyê di nava xwe de parve kirine

Remziye Mihemed, da zanîn ku ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriye, li tevahiya Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanî tê meşandin û wiha pêde çû: “Hêzên Navdewletî NATO û gelek dewletên ku pergala netew dewletê dimeşînin, naxwazin buhara gelan ku ji 2011’an dest pê kiriye û didome,  pêş bikeve. Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ku xistine meriyetê dixwazin bi encam bikin. Dîsa Peymana Lozanê ku 100 salên xwe tijî kir, dixwazin berdewam bikin. Êdî Sûriye bi xwe jî di nava van hêzan de hatiye parçekirin. Hikûmeta Şam, Amerîka, Rûsya, Tirkiye û îranê her yekê ji axa Sûriyeyê parçeyek xistine destê xwe. Li ser vê axê şerê hev dikin. Li aliyê din berjewendiyên xwe yên şexsî û navdewletî jî xera nakin.”

Pergala Bakûr û Rojhilatê Sûriyê vîna gelan diparêze

Remziye Mihemed, bal kişand ser ergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û wiha lê zêde kir: “Pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya gelan, vîna gel û rêveberiya gel diparêze. Projeya Rêvberiya Xweser û Projeya Neteweya Demokratîk li dijî pergala desthilatdariyê ye. Dema ku gel karibe xwe biparêze û li dijî terora DAIŞ’ê şer bike dibe hêz. Bi xwe parastina xwe ava dike. Meclis û komînên xwe ava dike. Ev pergal li dijî projeya Netew Dewletê ye. Ji ber vê yekê Rûsya li dijî van êrîşan hem bêdeng dimîne û hem jî bazaran dike. Li dijî Tirkiyeyê dengê xwe bilind bike, nikare li Idlibê şer bike. Amerîka û Rejîma Baas li dijî van êrîşan bêdeng dimîne. Ev êrîşên li dijî herêmê planeke pir mezin a li dijî Projeya Neteweya Demokratîk e. Bêdengîya van hêzên navdewletî jî ji ber pergala Neteweya Demokratîk e.”

Tirkiye hewl dide xebatên dîplomasiyê xera bike

Remziye Muhammed, li ser xebatên dîplomasiyê jî rawestiya û ev agahî dan: “Xebatên dîplomasiyê di salên dawî de heta asteke mezin bi gelek partiyên siyasî, dewletan re, bi parlamenterên hikûmetan re, bi gelek rêxistin û saziyên civaka sivîl re pêk hat. Dîsa bi gelek heyetên ku ji derve hatin derbasî  Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê bûn re hevdîtin hatin kirin. Heyetên hatin rastiya rêveberiya xweser, rêveberiya pergala hatiye avakirin çavdêrî kirin. Rastiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dîtin. Hevdîtinên ku li hundir û dervê welat pêk tên, heta astekê erênî pêş dikevin. Daxwaza aliyane ku heta dawî ev hevdîtin bi ser bikevin. Lê li aliyê din îstîxbarata Tirkiye û dewletên din, hewl didin van hevdîtinan vala derxin. Ji aliyên xwe de xebatên reşkirinê dimeşînin û hewl didin ku plan û projeyên Rêveberiya Xweser vala derxînin. Dîsa dixwazin hevgirtina gelê kurd, ereb û suryanan parçe bikin. Naxwazin bi hevre xebatek hevpar bimeşînin. Heta astekê xebatên dîplomasiyê xweş pêş dikevin. Lê li hemberî wê jî xebatek reşkirinê heye. Ji 2014’an heta niha gelek xebatên dîplomasî hatine meşandin. Lê her tim rê li pêş hatiye girtin. Li gel vê yekê jî hewldan her berdewam in. Îro di encama dîplomasiya navxweşî de Hevpeymana Civakî hatiye avakirin. Di vê hevpeymanê de hemû beş û pêkhatiyên civakên herêmê vîna wan têde cih digirin. Rêxistinên jin û ciwanan heta asteke mezin di vê pergalê de roleke mezin lîstine. Ev pêşnûmeya Peymanê di nava gel de hatiye belavkirin. Dîsa li qada navdewletî jî li ser tora înternetê hatiye belavkirin ku her kes nerîn û fikrên xwe bibêje.”

Ji bo dadgeha navdewletî xebatên dîplomasiyê dikin

Remziye Mihemed, der barê xebatên ji bo endamên DAIŞ’ê bişînin welatên wan jî axivî û ev agahî dan: “Ji bo ku malbatên DAIŞ’ê vegerin welatên xwe gelek xebat hatin kirin. Gelek malbatên derve jî hatin zarokên xwe birin. Hêj gelek malbatên DAIŞ’ê jî li vir in. Heta niha tu welat li wan xwedî derneketine. Ji bo Dadgehek Navdewletî bê avakirin û DAIŞ’î bên darizandin û teslimi welatên wan bên kirin, xebatên dîplomasiyê didomin.”

MÎT’a tirk destê wê di qetilkirina Firyal de heye

Remziye Mihemed bal kişand ser êrîşên li dijî jinên pêşeng jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji jinên pêşeng herî dawî Firyal Silêman Xalid li Kerkukê hat qetilkirin. Bi vê êrîşê careke din pêşengên jin û dîplomatên jin bûn hedef. Careke din vîna jinan û pêşengên jinan bûn hedef. Careke din jinên pêşeng xwe feda kirin. Firyal 31 sal in ji bo xizmeta gelê xwe bênavber têkoşiya. 31 sal in bi hemû hêz û vîna xwe ji bo xizmeta gel, jinan, zanist û nirxên şoreşê têkoşiya.  Yên destê wan di qetilkirina Firyal Xalid de heye MÎT’a tirk a li Başûrê Kurdistanê belav bûne. Ya din jî hikûmeta Herêma Başûr çavê xwe ji van êrîşan re digirin. Yên destê wan di qetilkirina jinên pêşeng de hene gelek alî ne.”

Jin dikarin pêşengiya şoreşê bikin

Mihemed, bal kişand ser hêza têkoşîna jinan û wiha pêde çû: “Di salên şoreşê de hat dîtin ku jin xwedî vîn e û dikarin pêşengiya şoreşê bikin. Jin dikare li hemberî siyaseta ku li dijî nirxên me pêş dikeve bibin bersîv û bedelan bidin. Ya ku dikare berpirsiyariyê bide ser xwe û têbikoşe jin e.”

Bi qetilkirinan dixwazin vîna gel bişkînin

Mihemed, li ser armanca suikasta li dijî Firyal Xalid jî rawestiya û got: “Ya ku destê wê di van êrîşan û komployê de heye, hikûmeta sereke hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk e. Dixwazin rêya hemû kesên ji bo gelê xwe têkoşîna azadiyê dimeşînin bigirin. Dixwaze bi vê yekê çavê hemû gelê Kurdistanê bitirsîne û vîna wan bişkîne. Dîsa dixwaze bi van êrîşan di nava xebatan de parçebûn û belavbûnekê pêş bixe. Dixwaze bi vê yekê yekîtiya jinan parçe bike. Dixwazin di Şexsê Firyal, Nagîhan Akarsel, Sara, Fîdan û Rojbîn, di şexsê Sêvê, Pakîze û Fatma de, di şexsê Hefrîn, Zehra û gelek kesên din de ev êrîş pêk hatin. Bi van êrîşan dixwazin di nava gelan de nakokiyan pêş bixin. Dîsa dixwazin vîna jina têkoşer û berxwedêr bişkînin.”

Divê helwesta gelan pir xurt be

Remziye Mihemed herî dawî li ser helwesta jin, gelê kurdistanê û Ewrapayê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Helwesta tevahiya jin, rêxistinên kurd û gelên li azadiya xwe digerin, divê helwestek xurt nîşan bidin. Şoreş bi destê gelan pêş dikeve. Gelê li azadiya xwe digere, divê helwesta wan pir xurt be. Jin xwe bi xwe bi rêve dibe û rêxistinên xwe ava dikin. Ji ber vê yekê divê helwesta wan pir xurt be. Helwesta ku derkeve, divê yekêtiya gelan û yekîtiya rêxistinên jinan xurt bibe. Divê karibin bi yek helwestê li dijî van êrîşan û van qetilkirinan rawestin. Divê gelê ewropî û hemû gelê kurd li dijî van êrîşan xwedî yek helwest be. Avakirina Yekîtiya Neteweya Kurd dê bersîva herî mezin a li dijî van êrîşan be. Divê helwesta ‘Ji qetilkirina jinên kurd re êdî beşe” bê nişandan. Divê helwesta “Ji komployên li ser gelê kurd û gelan re êdî beşe” bê nişandan. Gelek caran helwest hatine nişandan. Lê ev helwestên derketine têr nekirine. Ji ber vê yekê pêwistî bi helwestek hîn xurttir heye.  Hêza gel û civakê têrê dike ku li hemberî hemû êrîş û komployan raweste. Hêz û yekîtiya jinan dê bibe bersîva herî xurt a li dijî van êrîşan. Em bibin xwedî yek helwest em ê karibin felsefeya “Jin Jiyan Azadî” bikin felsefeya cîhanî. Kengi hemû gelên cîhanê bi yek dengî “Jin jiyan Azadî” bang kir, wê demê pergala Netew Dewlet hildiweşe. Pergala dagirkerî û komplogeriyê hildiweşe.  Bi azadî û têkoşîna gel dê meşaleya berxwedanê bilind bibe.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê