18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA: Em qatilên Firyal baş nas dikin

TJA’yê qetilkirina Firyal Xalid şermezar kir û xwest ku deriyên xaka Kurdistanê demildest ji feraseta ku dijmintiya jinan dike re bê girtin!

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Firyal Silêman Xelîl daxuyanî da û qetilkirina Xalid şermezar kir. TJA’yê diyar kir ku li tevahiya cîhanê, di her serdemên dîrokê de jinên siyasetmedar û aktîvîst bûne hedefa desthilatdariyên feraseta serdest a zilam û wiha got: “Kesên ku bûn sedema qetilkirina jinên wekî Rosa, Sakîne, Sêvê, Nagihan, Evîn Goyî û Denîz Poyrazan car din li Kerkukê rûyên xwe nîşan dan. Fîryal Silêman Xalid, di 18’ê Çileya 2024’an de li ser rêya Kerkukê ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Em hêzên ku dema Fîryal Silêman Xalid ji bajarê Hesekê ber bi Kerkukê ve dihat, li dijî wê sûîqast pêk anîn baş nas dikin.”

Cînayet siyasî ye

TJA’yê anî ziman ku ev cînayeteke siyasî ye û wiha got: “Em ê destûr nedin ku, qetilkirina jineke aktîvîst bi tenê nirxandinên wekî lêpirsîn destpêkir; bê berovajîkirin. Hêzên ku beriya niha li Rojava, li Rojhilat, li Bakur û li Ewropayê bûn sedema qetilkirina jinan, bi heman rengî qetlîama Fîryalê jî pêk anîn. Ronîkirina qetlîamê, aşkarekirin û cezakirina kujeran peywira Hikumeta Federe ya Kurdistanê ye. Em wek jinên Kurd bang dikin ku, divê demildest deriyên xaka Kurdistanê ji feraseta faşist, dermirovî û li dijberî jiyana azad disekine re bê girtin. Di şexsê Fîryal Silêman Xalid de em tevî qetlîamên siyasî şermezar dikin! Em feraset û hevkariyên ku deriyên Kurdistanê ji qetlîaman re vedike şermezar dikin!”

Tu hêz nikare tekoşîna azadiya jinê têk bibe

TJA’yê herî dawî dest nîşan kir ku tu hêz nikare ku bi qetlîam û bi sûîqastan têkoşîna azadiya jinê têk bibe û wiha bi dawî kir: “Li dijberî desthilatdariyên feraseta serdest a zilam dê têkoşîna me bidome, bi têkoşîna xwe ya azadiya jinê ve em ê xaka Kurdistanê jî azad bikin. Em ê dawî li qetilkirina jinan bînin.”