6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di çavên reşî belek de çirûskên hêviyê

Çend rojên dawî ez tev li kampanyaya DEM Partî ya serdana malan bûm û dixwazin ji we re behsa hin nêrîn û çavdêriyên xwe yên vê xebatê bikim

Çend rojên dawî ez tev li kampanyaya DEM Partî ya serdana malan bûm. Her çendî hinek heval vê têgeha serdana malan an jî ziyareta malan qebûl nakin. Heta radeyekê ew jî mafdar in ji ber tiştê me dikir ne serdana malan bû ku em rûnin û çayekê wan vexwin, me tenê li ber derî belavok didan destê wan. Ji bo ew heval nexeydin min divê ez têgeha serdana malan rast bikin, a rast me belavokên ku ji bo hilbijartina 31’ê Adarê hatibûn amadekirin li malan belav dikir.

Bi her halî ev kampaniya çûna ber deriyê gel ji gelek aliyan ve girîng û pêwist bû. Di vê xebatê de hema bêje deriyek nema ku me lê neda û deriyên ku vebûn me silav kir û yên venebûn jî me belavokek xiste ber deriyê wan.

Piraniyê deriyan vedibûn û gelek kesan kêfxweşiya ji vê serdanê dianî ziman. Tiştê herî zêde bala min kişand rûkenî û biriqîna çavên reş û belek bû. Wan çavan û wî ken û kêfxweşiya gel di çav û rûyê wan de dida der û min biriqîna hêviyê di wan çavên reşî belek de dît.

Li avahiyekê em derketin qata dawî û me li deriyekî da, ew deriyê me lê da venebû lê li ser dengê me deriyê li hember vebû. Zarokeke 10 salî ji ber derî bi kêfxweşî û dengekî bi kelecan bang li diya xwe kir û got; “dayê were va partî hat”.  Dayik derket ber derî û bi destê xwe îşaret kir got ka werin vir. Min hêviya xwe ji wî deriyê ku min lêdida birrî û berê xwe da wê dayika rûken. Ez çûm min silav li dayikê kir, dayikê devê xwe anî ber guhê min û got: “Te xêre tu ewqasî bi israr li wî derî didî, dest jê berde xwediyê malê polîs e.”

Ez keniyam û min got tiştek nabe dayê herî zêde wê bêje min navê yan jî wê belavoka me bigire û bavêje.

Gelek kesan li ser lingan be jî li ber derî be jî rexneyên xwe dianîn ziman û digotin divê partî her dem di nava gelê xwe de xuya bike, ne tenê di demên hilbijartinan de lê piştî werin hilbijartin jî divê her di nava gelên xwe de xuya bikin.

Hin kesan gazinc jî dikirin hin ji wan di cih de bûn û hin gazinc jî qet têkliya wan bi kêmasiyan re tune bû. Wekî mînak em li jineke navsere rast hatin gelek rexne ji bo paqijiyê kirin û got çima li taxa me şaredarî guh nade paqijiyê, wê jina navsere gazinc ji me dikirin lê haya wê jê tune bû ku ev nêzî 10 sal in qeyûm karê şaredariyan dimeşîne. Wekî ku şaredarî di destê partiya me de bin wiha rexne dikir.

Bi rastî derî hebûn ku qet venebûn jî lê piraniya deriyan vedibûn û piraniya kesên ku derî vedikirin kêfxweşiya xwe ji vê (serdanê) dianîn ziman. Kesên ku kêfxweşiya xwe bi ziman jî bilêv nedikirin di beşişîna rûyên wan û kêfxweşiya ku di rûyê wan de dida der bi zelalî xuya dibû.

Car caran em zêdeyî 7-8 blokan digeriyan û bi taybetî li cihên ku avahiyên wan bêasansor bûn em hinekî diwestiyan lê her ku me rûyekî li ken û biriqîna di çavên yekî/ê de didît, ji me re dibû moraleke xweş û me ew westana xwe tev jibîr dikir. Gelek caran ew biriqîna wan çavreşan dibû hêz û moral ku em wê rojê serdana çend avahiyên din jî bikin.

Bi giştî ez dikarim bêjim ku ew kelecan û biriqîna wan çavreşan coş û moraleke gelekî xweş dida me û hêviya serkeftinê di dilê me de geştir dikir. Bi hêviya serkeftineke mezin û bi coş û kelecana wan çavreşan ez hemû kesên ku kedek mezin di van xebatan de dan silav dikim û dibêjim; Dem dema serkeftinê ye dem dema li xwe vegerînê ye. Dem dema azadiyê ye.