18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di cejnê de li ber edliyeya Rihayê edalet xwestin

Malbata Şenyaşar çalakiya Nobeda Edaletê di roja 421’ê de li pêş Edliyeya Rihayê berdewam kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe di roja 2’yemîn a Cejna Remezanê de jî hatin ber deriyê edliyeyê. Şandeyeke ku ji endam û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn û Nîmetûllah Erdogmuş pêk dihat îro çû serdana malbata Şenyaşar. Şandeyê cejna Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar pîroz kir.

Ala edaletê di destê Emîne Şenyaşar de ye

Di serdanê de parlamenter Omer Ocalan anî ziman ku divê di roja cejnê de aştî pêk bê, zilm û bêedaletî bi dawî bibe û wiha got: “Ala edaletê di destê dayik û kurê wê de ye. Heta di roja cejnê de jî ji bo ku edalet pêk bê, hatine vê derê. Ji bo endamên malbata wan ên li pêşiya çavên her kesî hatine qetilkirin, bang li dewlet û dozgeran dikin ku edaletê pêk bînin. Dê piştgiriya HDP’ê ya bi malbatê re bidome. Heta niha jî ji bo komkujî bê ronîkirin gavek baş nehatiye avêtin. Kurê wan Fadil Şenyaşar niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Lewma îro em li vê derê ne. Yên ku ji xwe re dibêjin ‘misilman’ divê ji bo vê pirsgirêkê çareseriyekê peyda bikin. Malbat dixwaze ku kurê wan were berdan û êdî li mala xwe şîna xwe bigirin. Ew her roj li vê derê ne. Li dijî bêedaletiyê têne vê derê.”