18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKGP: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê her ku diçe bi paş ve diçe

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê û 5’emîn salvegera avakirina xwe li ber avahiya Rojnameya Yeni Yaşamê ya Beyoglu ya Stenbolê daxuyanî da. Gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama MKGP’ê Reyhan Hacioglu di serî de axivî û diyar kir rojnamegerên jin li her deverên Tirkiyeyê bi polîtîkayên tundiyê yên îktidara AKP-MHP’ê rû bi rû dimînin.

Reyhan Hacioglu bal kişand ser daneyên hin saziyên navneteweyî û wiha got: “Hinek dane xuya dikin ku li Tirkiyeyê zextên pir giran li ser rojnamegeran hene. Rojnamegerên heqîqetê diparêzin hertim di hedefê de ne. Ji ber ku rojnameger tundiya dewletê, zextên li ser civakê derînin holê hertim di hedefê de ne. Em bi medyaya yekperest rû bi rû ne. Loma ya ku vê rojê watedar dike çapemeniya azad û çanda piştevaniyê ye.”

Piştre endama MKGP’ê Dûrket Suren axivî û diyar kir ku 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê gelekî girîng e û got li welatekî azadiya çapemeniyê tune be mirov nikare behsa azadiya mirovan û civakê bike.

Rojnameger Diren Yurtsever a li ser navê MKGP’ê metna çapemeniyê xwend wiha got:”Em di nava pêvajoyeke ku bi destên darazê xebatkarên çapemeniyê tên cezakirin, azadiya ramanê tê binpêkirinê de ne. Azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê her ku diçe bi paş ve diçe. Li Tirkiyeyê kontrola medyayê ji sedî 95 di destên îktidarê de ye. Di heman demê de em êrişên li ser axa Başûr jî dibînin. Medyaya alîgir hertim ji bo şer gurtir bike tevdigere. Ji bo civakê bîne xeta mîlîtarîzmê medyayê wek alavekê bi kar tîne. Li dijî vê yekê em jî dibêjin ku li dijî nûçegihantiya şer, li dijî zayendperestî baviksalariyê em jî nûçegihaniya jinan esas digrin. Wê têkoşîna me ya di vî warî de jî bidome.”

Direnê hewldana MKGP’ê bi van gotinana anî ziman:”MKGP a di 3’yê Gulanê de hat avakirin li dijî astengiya rêxistinbûyina jinên rojnameger li dijî binpêkirina mafên rojnamegeran deng derxist. Em di salvegera avakirina xwe ya 5’emîn de dibêjin bila rojnamegerên di girtîgehan de bên berdan. Ji bo mezinkirina piştevaniyê û rêxistinbûyina rojnamegeran em rojnamegerên jin vedixwînin ku di bin vî banî de bên gel hev.”