4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em wêneyê bêedaletiyê ne’

Malbatên girtiyan bi armanca berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûne lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di 16’ê mijdara 2021’an de dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 169’an de berdewam kir. Malbatên girtiyan di Cejna Remezanê de li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan. Nûnerên MED TUHAD-FED û TUAY-DER a Amedê û malbat beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de xwişka girtiyê Abdulselam  Guler Încî Guler diyar kir ku bi mehaye çalakiya Nobeta Edaletê dikin û wiha got: “Îro, cejn e. Lê binêrin ev wêne, wêneyê bêdaletiyê ye. Hûn vê girtîgehê dibînin. Daxwaza me daxwazeke pir însanî ye. Em dibêjin ku girtiyên bi salane di girtîgehê de û cezayê wan xelas bûyî bila werin berdan.”

Bavê Ciwan Boltan Hakki Boltan jî bal kişand ser girîngiya Cejna Remezanê û ev tişt anî ziman: “Cejna Remezanê, rojeke însanî û bixêr e. Mirov, di vê rojê de daxwaza aştî û wekheviyê dikin. Em jî vê cejnê li hemû girtiyan pîroz dikin. Ev nêzî 6 meh in em Nobeta Edaletê digirin. Daxwazên me diyar in. Zarokên me nexweşin û girtî ne. Zext û zilmekî mezin li ser wan heye. Em dixwazin ku ev zilm bi dawî bibe. Bila dewlet li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Lê biryaran li gorî keyfa dilê xwe didin. Ev tiştekî şerm e. Ji ber ku zilmê li zarokên me dike. Yên ku edaletê tînin mirovên birûmet û yên edaletê neyînin jî kesên bêrûmet in.”

Boltan xwest ev pirsgirêk ji holê rabe û wiha got: “Em cejna hemû malbatên girtiyan pîroz dikin û daxwazên xwe dîsa dubare dikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.