17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HRE: 14 leşkerên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîn a dagirkirî û Şehbayê çalakî pêk anîne. HRE’yê anî ziman ku di çalakiyan de 14 leşkerên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê hatine kuştin. Daxuyaniya HRE’yê û bîlançoya van çalakiyan wiha ye:

“Li hember êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ku her roj zêdetir dibin, çalakiyên bersivdayinê yên hêzên me dewam dikin. Di vê çarçoveyê de; Roja 23’ê Nîsanê, li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê, li hember maşîneyek kar a çeteyên dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encamê de ev maşîne hate rûxandin.

Heman rojê 2 çalakiyên sekvanî li pêşiya gundê Malikiyê hatin lidarxistin. Di wan her du çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.

Roja 24’ê Nîsanê, hêzên me li pêşiya Bendava Şehbayê, li dijî baregeheke çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Heman rojê, di çalakiyeke sekvanî de ya li gundê Samûqa hate lidarxistin çeteyek hat kuştin.

Roja 30’ê Nîsanê, li gundê Kîmarê, hêzên me li hember baregeheke artêşa tirk çalakiyek serdagirtinê li dar xistin. Di çalakiyê de 7 dagirker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hejmara birîndaran nehat zelalkirin. Di vê çalakiyê baregeh û çeperên dagirkeran hatin rûxandin. 2 çekên AK-47 û hinek alavên teknîkî hatin desteserkirin.

Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 14 leşker hatin kuştin, herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn.”