17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di danişîna Doza Kobanê de gengeşî derket

Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zuleyha Gulum, Mûrat Sarisaç û gelek kesên din amade bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

Ji siyasetmedarên negirtî tê darizandin Sîbel Akdenîz li Dadgeha Cezayên Giran a Gimgimê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Akdenîz xwest ku parastina xwe ji zaravayên kurdî bi dimilî bike. Akdenîz, da zanîn ku ji bo parastina xwe bi zaravayê dimilî amade bike li girtîgehê materyalên wan nînin û piştî derketî amade kiriye.

Wergêr ji Akdeniz xwest

Piştre jî dozger axivî û got ku piştî amadekirina wergêr bila parastina Akdenîz bê girtin. Şandeya dadgehê jî got ku Akdenîz daxwazname bi tirkî nivîsiye û daxwaza amadekirina wergêr red kir. Şandeyê ji Akdenîz re got ku ew bi xwe dikare wergêr bîne. Parêzer Çîgdem Kozan li dijî vê biryarê îtîraz kir lê şandeyê ev îtîraz red kir. Parêzer Kenan Maçoglû jî xwest ku ewraqê li dosyayê hatine zêdekirin bên xwendin lê şandeyê ev daxwaz jî red kir.

Mafê axaftinê nedan Tuncel

Piştî nîqaşan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Berê Sebahat Tuncel xwest mafê axaftinê bigire. Tuncel, diyar kir ku şandeya dadgehê mafê axaftinê yê parêzeran nas nake û ev pirs ji şandeya dadgehê kir: “Gelo hûn dê destûra parastineke li gorî qanûnan bidin an na?” Li ser pirsa Tuncel jî şandeya dadgehê destûr neda ku Tuncel parastina xwe bike û mafê axaftinê da Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak.

Kişanak li dijî helwesta şandeya dadgehê got ku Tuncel li ser kursî ye. Kişanak, da zanîn ku şandeya dadgehê ji bo parastinê bike zext li wê kiriye, ewraqên têkildarî dosyayê dereng tên ber destê wan û firsendê nabînin ku çavekî lê bigerînin. Bi domdarî Kişanak got ku şandeya dadgehê ketiye nava hewelsteke wiha: “Çawa dibe bila bibe ez ê ceza bidim we û we guhdarî nekim.”

Yuksekdag: Hûn nikarin vîna me têk bibin

Şandeya dadgehê xwe li bendê negirt ku Kişanak gotinên xwe temam bike û vêcarê mafê axaftinê da Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag. Yuksekdag, bertek nîşanî helwesta dadgehê da û diyar kir ku şandeya dadgehê mîna hêzên ewlekariyê tevdigere. Bi domdarî Yuksekdag anî ziman ku dê helwesta şandeya dadgehê nekare vîna wan têk bibe û wiha pê de çû: “Ev doz ji bo ku bi kêrî karê desthilatdariyê were hatiye vekirin. Lê belê bi kêrî karê wan nayê. Ez dixwazim ku mafê parastinê yê Tuncel were dayîn. Ev şêweyê darizandinê yê ku hûn îro li vê derê dikin, dê sibe bibe şêweyê darizandina we. Gelo hûn di ferqa vê de ne ey Erdogan, ey Bahçelî û şirîkên desthilatdariyê?”

Yildirim em narevin

Siyasetmedar Gulser Yildirim jî bi kurdî axivî û da zanîn ku rewşa heyî ne hiqûqî û ne jî însanî ye. Di berdewamê de Yildirim wiha got: “Dema ez qala hiqûqê dikim ne qala hiqûqa qesrê lê ya rasteqîn dikim. Heke hiqûq hebûya li dijî Sebahat Tuncel helwestekî wiha nedihat raberkirin. Em ê parastina xwe bikin. Em na revin. Dema yê li hemberî we dibe kurd, ev helwesta we derdikeve lûtkeyê. Hûn dibêjin parastina xwe bikin lê îdianameyên bi hezaran rûpelan hatine amadekirin. Gelo ma di rewşeke wiha de ma pêkane ku mirov bixwîne û parastinê bike? Em ji parastinê na revin lê divê derfetên parastinê bên dayîn. Ez dixwazim ku mafê axaftinê bidin Sebahat Tuncel û mîkrofon bê vekirin.”

Şandeya dadgehê israr kir ku Tuncel a li kursî li cihê xwe rûnê. Li ser israra dadgehê jî li eywanê rageşî derket. Sebahat Tuncel da zanîn ku heta mafê axaftinê jê re neyê dayîn dê kursî neterikîne. Li ser vê yekê jî di girtekan de weke “xerakirina disiplînê” hate nivîsandin. Siyasetmedarên din ên li eywanê Aynûr Aşan û Zeynep Karaman jî xwestin ku mafê axaftinê bidin Tuncel û nehatin kursî. Siyatmedar û beşdaran bi çepikan helwesta dadgehê protesto kirin.

 Êrîşî parêzeran kirin

Di dema xwendina ewraqan de parêzer û siyasetmedaran ji bo nîşandana derhiqûqiyên heyî bi israr îtîraz kirin. Li ser vê yekê jî şandeya dadgehê bang li hêzên ewlekariyê kir ku destwerdanê li parêzaran bike. Polîsan, hewl dan bi darê zorê parêzer Kemal Akalin li cihê wî bidin rûniştandin. Ji ber vê jî di navbera polîsan û parêzeran de rageşî derket.

Sebahat Tuncel ji ber ku mafê wê yê axaftinê hate binpêkirin, heta demekî li ser kursî ma û piştre hate xwarê. Piştî rageşiya derketî jî şandeyê navber da danişînê.

Serokê dadgehê Yildiray Kaya piştî ewqas rageşiyê jî mafê axaftinê nedabû Tuncel û dema derdiket jî ji Tuncel re got: “Piştî nîvro were ez ê mafê axaftinê bidim te.”

Hêjayî gotinê ye ku di doza Kobanê de 21 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tên darizandin.  li ser êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2015’an de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja ewil de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome.