4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lavrov: Armanca me ya sereke rûxandina hikûmeta Zelensky ye

Wezîrê Kaarên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro got ku armanca dawî ya Moskovayê di şer ji êrîşên li dijî Ukraynayê  “rûxandina hikûmeta Vlodomîr Zelensky” ye.

Di demekê de ku heldanên navnetewî ji bo ji nû ve diyaloga di navbera Rûsya û Ukraynayê de dest pê bikin û di demekê de ku peymana hinartina genimê Ukraynayê hatiye imzekirin, Lavrov behsa rûxandina hikûmeta Zelensky dike.

Lavrov di serdana xwe ya Komara Demokratîk a Kongoyê li ser rûxandina hikûmeta Zelenskî axifî û ev cara pêşî ye ku piştî nêzî 6 mehên êrîşên li dijî Ukraynayê rayedarekî Rûsyayê vê armancê wiha aşkera dike.

Her wiha ev daxuyaniya Lavrov berevajî daxuyanî û helwesta kremlenê ye ku di destpêka şerê li dijî Ukraynayê de gotibû ku armanca wan ne rûxandina hikûmeta Ukraynayê ye.