6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo xweşkirina rêyên leşkerî daran dibirin

Li bakurê Kurdistanê, bi êrişên leşkerî ku ji aliyê artêşa tirk ve tên lidarxistin re xweza jî tê talankirin. Di vê çarçoveyê de li herêmên ku êrîş li wan didomin û planên êrîşên nû tên kirin, daristan tên şewitandin û bi hincetên cuda dar tên birîn. Ji bo birîna daran îhale hatine kirin û bi beşdariya leşker û cerdevanan rojane dar tên birîn.

Li herêma Botanê, 3 sal in li ser hev dar tên birîn. Darên ku tên birîn li qamyonan tên barkirin û ji aliyê şîrketên ku îhaleya birîna wan girtine ve ber bi bajarên Tirkiyeyê ve tên şandin. Ji ber vê birînê li herêmê qaden berfireh ên bi darastin niha bê dar mane. Di nava hefteyê de baroya Şirnexê vê mijarê anî rojevê û xwest ku pêşî li birîna daran bê girtin.

Her wiha baroyê dîmenên nû yên birîna daran weşand û bala raya giştî kişand ser rewşa li herêmê.

Ma tiştek wiha dibe?

Endamê Lijneya Rêveberiya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Parêzer Alî Bayram ku ji herêma Botanê ye, derbarê mijarê de ji rojnameya me re axivî û bertek nîşanî birîna daran a li herêmê da. Bayram, diyar kir ku birîna daran bi hincetên cuda tê domandin û ev pirs kir: “Daran ji kokê ve dibirin û dibêjin em ciwan dikin, ma tiştek wiha dibe?”

Bayram, da zanîn ku hin caran jî rayedar dibêjin ku ji bo çêkirina rê daran dibirin û wiha got: “Plan dikin rêyek ji herêma Botanê bibine Wanê. Dibêjin ku ji bo vê rêyê daran dibirin. Lê ev ne rast in. Lewre heke ji bo rê dar bên birîn divê ku darên dikevin ser tenê bên birîn. Lê niha herêm dane pêşiya xwe û li Cûdî daran dibirin. Ev talankirina xwezayê ye. Armanca birîna daran ewlehî ye.”

Plana dewletê ye

Di berdewamê de Bayram, derbarê angaştên ku dar ji aliyê şîrketan ve tên birîn de jî got ku birîna daran ne karê şîrketan e û ev tişt anî ziman: “Biryareke giştî ye û bi plan û bernameyên hikûmet û dewlet dar tên birîn. Ji bo xweşkirina rêyên operasyonên leşkerî dar tên birîn. Bernameyek derxistine û li gorî vê bernameyê daran dişewitînin û dibirin.”

Bayram, bi bîr xist ku Baroya Şirnexê mijarê dişopîne û derbarê mijarê de rapor amade kirine û ev tişt gotin: “Min jî ji wan xwest. Heke rapor û daneyên ku dane hev bigihîjin ber destê min ez ê vê mijarê têxim rojeva Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û daxwaz bikim derbarê mijarê de ji aliyê komîsyona me ya hawirdorê ve daxuyaniyek bê dayîn. Weke kes jî ez ê vê mijarê bikim rojev û hewl bidim ku birîna daran a li herêmê bê rawestandin.”