19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelîl: Amerîka bi hişmendiya berê tev digere

Şerê Ukrayna û Rûsyayê didome û ji ber vî şerî gelek guhertin pek tên û hevsengiyên nû tên avakirin. Ji ber şerê ku tê meşandin berfirhebûna NATO’yê tê nîqaşkirin û welatên mîna Fînlandiya û Swêd ku bi salan bûn di hêla leşkerî de bêalî bûn serî li NATO’yê dan. Lê ev daxwaza wan heta civîna bilind a NATO’yê ya li Madrîdê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve nedihat qebûlkirin. Lê piştî vê civînê Tirkiyeyê bi peymanekê endamtiya van her du welatan qebûl kir.

Di vê pêvajoya ku ev nîqaş tên kirin de Serokê Amerîkayê Joe Biden berê xwe da Rojhilata Navîn. Biden, serdana Îsraîl, Filistîn û Erebistana Siûdî kir û li ser dijberiya Rûsya, Çîn û Îranê di serî de Îsraîl û Erebistana Siûdî û bi welatên kendavê re hevdîtin kirin. Biden, di van hevdîtinan de ji welatên herêmê daxwaz kir ku di dijberiya Rûsya, Çin û Îranê de li cem wan cih bigirin.

Her wiha Biden, di serdana xwe de peyamen  balkêş jî dan. Tevî ku beriya salekê Amerîka ji Afganistanê vekişiya û beriya vê vekişandinê beşeke mezin a hêzên xwe ji Iraqê jî vekişand Biden di hevdîtina xwe de got ku wê ji Rojhilata Navîn venekişin û tu valahî nehêlin ku Rûsya, Çîn û Îran li şûna wan bigirin.

Amerîka xwe ji Siûdî dûr dikir

Serokê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl, derbarê serdana Biden a Rojhilata Navîn û bandora wê de ji rojnameye re axivî û nirxandinên girîng kirin. Newaf Xelîl, diyar kir ku bi şerê Rûsya û Ukraynayê re di cihanê de guhertin çêbûne û wiha got: “Piştî hilweşandina pergala Sovyetê pergala globalîzmê ango kapîtalîzmê xwe bi rengekî din vesaz dike.”

Xelîl, da zanîn ku piştî şerê Rûsya û Ukraynayê destpê kiriye Serokê Amerîkayê Joe Bîden di civînekê de gotiye ku di cihanê de pergalek nû tê avakirin û divê ew pêşengiya wê bikin û ev tişt got: “Joe Biden behsa cîhanek azad jî kiriye û gotiye ku divê cîhana azad bibe yek. Heta niha xwe ji Erebistana Siûdî dûr dikirin lê îro di Rojhilata Navîn de bi serweriya Amerîkayê li Erebistana Siûdî liv û tevger çêdibin.”

Ji bo peyamên Biden ên ji bo Rojhilata Navîn jî Xelîl, destnîşan kir ku Amerîkayê gelek caran gotiye ku wê xwe ji Rojhilata Navîn vekişîne û wiha pêde çû: “Di dema Trûmp de Amerîkayê siyasetek qels li Rojhilata Navîn dimeşand û polîtîkayên wan tevlîhev bûbûn. Vekişandina ji Afganistanê jî bandora vê siyasetê bû. Biden bi hatina xwe ya Rojhilata Navîn xwest ku hinek guhertinan çêbike. Dixwest ku di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de têkiliyên baş bide avakirin lê encam derneket. Biden di gelek gotinên xwe de dibêje kurd û ereb jî beşek jê vê herêmê ne, lê em dibînin li gorî gotinên xwe tev nagere.”

Amerîka hê jî mîna berê difikire

Xelîl, da zanîn ku Amerîka bi hêza xwe dikare xwe di gelek aliyan bi pêş bixe lê hişmendiya wan hê jî weke ya berê ye û ev nirxandin kir: “Hê jî dibêje têkiliyên xwe bi Çîn û Îranê re qut bikin lê Erebistana Siûdî vê yekê nake û îro tê dîtîn hewl dide şerê li Yemenê bide sekinandin. Yanî êdî weke berê her tişt weke Amerîkayê nabe. Dewletên ereb di vê mijarê de bi gotina Amerîkayê nakin û têkiliyên xwe bi Îran, Çîn û Rûsyayê re jî çêdikin. Heke Amerîka li gorî gotina Biden bixwaze cîhanê bi rê ve bibe divê dev ji hişmendiya xwe ya kevn berde. Behsa dinyayek azad dikin lê ew bixwe dinyayê ji hev cuda dikin.”

Cîhana erebî ne weke berê ye

Derbarê rewşa li herêmê û welatên ereb de jî Xelîl got ku êdî guherîneke berbîçav heye û ev şîrove kir: “Rewşa cîhana erebî hatiye guhertin. Welatên bêtir bandora wan heye Misir e. Berê welatê herî bibandor ê kendavê Erebistana Siûdî bû. Lê niha bandora Qatarê, Îmarata Erebî heye. Berê Erebistana Siûdî tiştekî bigota li kendavê gotin bi dawî dibû. Lê niha ne wisa ye. Siyaseta Qatar ber bi Tirkiye û rojava ve ye. Siyaseta Îmaratê û Siûdî cuda ye.  Îmarat û Bahreyn hinek nêzî Siûdî ne. Êdî kendav ne bi yek dengî ye. Berê du alî sê alî bûn lê niha ne wilo ye.”

Xelîl, bi lêv kir ku ji ber xwendina şaş a stratejiya herêmê ya Erdogan cihê Tirkiyeyê di planan de tuneye û wiha got: “Ji ber vê Tirkiye hewl dide têkiliyên xwe yên bi Îsraîl, Îran, Îmarat, Erebistana Siûdî û Misrê re baş bike. Heke Tirkiye bikaribe bi Ocalan û HDP’ê re biaxive wê li Rojhilata Navîn ji xwe re rewşeke nû û cuda çêbike.”