28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di deh mehan de 604 kes hatin bidarvekirin

Rêxistina Mafê Mirovî li Îranê  der barê darvekirina girtiyên li Îranê raporek belav kir û got ku di nav 10 mehan de Îranê zêdetirî 600 kesan bi dar ve kiriye.

Rêxistina Mafê Mirovî li Îranê bi belavkirina raporekê da zanîn ku rejîma Îranê ji sala 2016’an heta niha her sal herî kêm 600 girtiyan bi dar ve dike. Lê îsal di nav 10 mehên derbasbûyî de rejîmê 604 kesan bi sucên cuda bi darve kiriye.

Her wih adi raporê de hat diyarkirin ku bidarvekirina 90 kesan li girtîgeha Qizil Hisar a bajarê Kerecê pêk hatiye. Rêxistinê bi rapora xwe ji dewletên cîhanê xwestiye ku ji bo bi dawîkirina darvekirinan bikevin nav hewldanê.