5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel diherike konferansa DBP’ê

Ji bajarê Amedê û bajarên der dor bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên rengîn tev li konferans DBP’ê bûn.  

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya ku dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixe, li navçeya Rezan a Amedê li eywaneke dawetê konferanseke mezin li dar dixe. Dê belgeya helwestê ya serdema nû ya DBP’ê di konferansê de were aşkerekirin û bi hezaran kes tev li konferansê bûne.

Hem li hundir hem jî li derveyî eywanê ekranên LED hatine danîn. Eywana konferansê jî bi alayên partiyê hatiye xemilandin û pankartên “Jin jiyanê birêxistin dike” û “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” hatin daliqandin.

Hem ji navenda bajar hem jî ji bajarên derdorê bi hezaran kes di saetên serê sibehê de ber bi cihê konferansê ve herikîn. Welatiyên ku ji noqteya lêgerînê ya polîsan derbas bûn, stran gotin û xelekên govendê gerandin. Welatî bi şel û şepik, bi kiras û fîstanên rengîn tev li konferansê bûn. Rengînî û coşeke mezin di konferansê de heye. Her wiha herikîna ber bi eywanê ve didome.