28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Unsal: Abdullah Ocalan aktorekî girîng e

Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal got ku ji bo çareserkirina meseleya kurd got ku: “Wekî me berê jî dîtiye, ger deriyên Îmraliyê bên vekirin dê di warê çareserkirina meseleya kurd de aktorekî girîng, Ocalan têkeve dewrê.”

Li Stenbolê nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîr jî di nav de 78 kesan “Deklarasyona Banga Aştiyê” daxuyandin û ji bo çareserkirina meseleya kurd de rêyên çareseriyê diyar kirin û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ahmet Farûk Unsal ku yek ji îmzevanaye di hilbijartina 2002’yan de ji AKP’ê bû parlementer, di navbera 2009-2016’an de serokatiya giştî ya MAZLÛMDER’ê kir der barê deklerasyonê de axivî.

Ahmet Farûk Unsal di axaftina xwe de da zanîn ku meseleya kurd Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê eleqedar dike li hemû heremê belav bûye û diyar kir ku ji ber vê yekê deklarasyona “Banag Aştiyê” gelek watedar û girîng e û ev tişt anî ziman: “Gelek rojnamevan, ramanwer, siyasetmedar û rewşenbîr îmze danîn bin deklarasyonê. Neçareserkirina meseleya kurd gefeke mezin li aştî û aramiya civakî dixwe. Lewma me xwest em potansiyel neyê paşguhkirin. Ev deklerasyona ji bo otorîteyê, xwediyên hêzê û Meclisê hişyariyek e.”

Şer sedama qeyranan e

Unsal destnîşan kir ku kirîza aborî û gelek qeyranên din ên li Tirkiyeyê girêdayî neçarserkirina meseleya kurd in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye, bi taybetî di du salên dawî de bi krîzeke aboriyê ya mezin re rû bi rû ye. Enflasyon zêde ye bihabûneke tirsnak heye. Sedema vê jî li gel nelêritiyê, neavakirina aştiyê ya li Tirkiye, Rojava û Başûr e. Îjar gava gelên Tirkiyeyê vê meseleyê di warê aştiya civakî û derûniya civakî de esas bigirin û bi awayekî giştî ji bo aramiya aborî li ser hûr bibin, dê piştgiriyeke mezin bidinê. Yanî divê em car din maliyeta aborî ya şer ji gelên xwe re bibêjin.”

Unsal destnîşan kir ku di deklarasyonê de ji bo çareserkirina meseleya kurd ya li ser esasekî demokratîk û aştiyane, doza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye kirin û wiha domand: “Wekî hûn dizanin 32 meh in deriyên Îmraliyê girtî ne. Ne parêzer dikarin hevdîtinê bikin ne jî malbat. Wekî me berê jî dîtiye, ger deriyên Îmraliyê bên vekirin dê di warê çareserkirina meseleya kurd de aktorekî girîng, Ocalan têkeve dewrê. Lewma ji bo aramiyê divê em hewl bidin ku ev aktor têkeve dewrê. Deklarasyon dixwaze meseleya kurd li meclisê rasterast têkeve rojeva partiyan, deriyên Îmraliyê yê ku desthilatê qanûnên xwe eciqandine û ew girtine bên vekirin.”

‘Ocalan pêvajoyeke nû dabû destpêkirin’

Unsal axaftina xwe wiha domand: “Di dema pêvajoya çareseriyê de, desthilatê bi awayekî înîsyatîf girtibû û muxatabiyeke rast ava kiribû û rasterast bi Ocalan re pêvajoyek dabû destpêkirin. Em ji pêvajoya 2013-2015’an baş dizanin ku gava Ocalan têkeve dewrê dê bandoreke çawa bide der. Wê demê hema bibêje tundî nemabû û derdora civakî ya din jî -ku Behra Reş, Anatolyaya Navîn û Behra Spî jî- atmosfera aramiyê esas girtibûn û piştgiriya wê kiribûn. Madem tecrûbeyeke me ya bi vî rengî heye û madem piraniya civakê piştgiriya vê kir, nexwe ji bo nevekirina deriyên Îmraliyê tu sedemek tune ye. Em car din vekin bila pêvajoyeke ku bes xwîn biherike û aştiyeke civakê çêbibe, rû bide.”